Li Xezayê li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran çalakî hat lidarxistin
Sendîkaya Rojnamegerên Filistînî çalakiyek protestoyî ji bo mafê rojnamegeran li dar xist û tê de daxwaza bidawîkirina sûcên Îsraîlê yên li dijî rojnamegerên Filistînî kirin.

NAGHAM KARAJEH
Xeza – Sendîkaya Rojnamegerên Filistînî çalakiyek protestoyî ji bo mafê rojnamegeran li dar xist û xwest ku dagîrkeriya Îsraîlê ji ber tawanên wê yên li dijî rojnamevanan were mehkemekirin û dawî li tawanên berdewam ên Îsraîlê li dijî rojnamevanan li Filistînê were kirin. Çalakî li ber sendîkayê hat lidarxistin. Bi dehan rojnamevan di çalakiyê de amade bûn.
"Îsraîl sûcên xwe didomîne ji ber ku qet nayê cezakirin"
Endama Sekreteriya Giştî ya Sendîkaya Rojnamegeran Ola Kesab diyar kir ku dagirkeriya Îsraîl sûcên xwe yên li dijî rojnamevanan didomîne ji ber ku qet nayê ceza kirin û wiha got: "Şêrîn Ebû Aqle zêdetirî 25 salan rastiya dagirkeriya Îsraîlê ji me re radigihand ji ber vê yekê dagirkeriya Îsraîlê ew qetil kir da ku rastiyê ji cîhanê veşêre."
"Divê dagirkeriya Îsraîl li ber çavê cîhanê bê mehkemekirin"
Pêşkêşvan Beyda Memer jî da zanîn ku ew xebatên hemû rojnamegeran ên ji bo ragihandina rastiyan û eşkerekirina sûcên dijmin tevî metirsî û dijwariyên ku bi wan re rû bi rû dimînin, teqdîr dikin û wiha axivî: "Divê dagirkeriya Îsraîl li ber çavê cîhanê bê mehkemekirin ji bo fêm bikin ku dijmin çiqasî xerab û neheq e."
"Divê rêxistinên mafên mirovan parastina rojnamevanan bikin"
Rojnamevan Fîda Ebû El-Eta jî eşkere kir ku ew ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku li ser qetilkirina Şêrîn Ebû Aqle lêkolînê bike û wiha anî ziman: "Divê rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî parastina rojnamevanan bikin, nemaze eger rojnamevan helmetê li xwe nekir be. Tevî van hemû zehmetiyan jî em berdewam in ku rastiyan nîşan bidin û peyamê bigihînin hemû cîhanê. Em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li dagirkeriya Îsraîlê bike da ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran rawestîne."
"Em daxwaz dikin ku Îsraîl ji ber sûcên xwe bê pirsîn"
Berpirsa Têkiliyên Giştî ya Sendîkaya Rojnamegeran Seher Nesar anî ziman ku ev çalakî ji bo mafê rojnamegran e û wiha got: "Em bang li hemû federasyonên navdewletî dikin ku piştgiriyê bidin xebatên Sendîkayê. Em daxwaz dikin ku Îsraîl ji ber sûcên xwe bê pirsîn."