Li Xezayê ji bo jinan komxebat hat lidarxistin

Li Xezayê komxebata diyalogê hat lidarxistin, li ser zorî û zehmetiyên ku jin dikşînin hat sekinandin û bal hat kişandin ser peyman û zagonên navneteweyî yên ku mafên jinan dixin bin temînatê.

Xeza – Di çarçoveya bernameya “Sawasiya 2” ya Navenda Musawa ya Filistînê de ji bo balkişandina ser pirsgirêkên ku jin û zarokên keç dijîn û aktîfkirina rola wan komxebateke diyalogê hat lidarxistin.

Komxebatê duh bi beşdariya jinan dest pê kir. Dr. Samia Al-Ghussein, di komxebatê de axivî û got: “Ev komxebat dê du rojan li ser hev, hem li Xezayê hem jî li Şeriaya Rojava bi berfirehî berdewam bike. Gihîştina jinan a mafên wan bi peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê Filistînê ve hatine îmzekirin divê veguherin zagonan hem ji bo wan hem jî ji bo parastina zarokên wan.” Samia Al-Ghussein, bal kişand ku gelek zagonên di meriyetê de ne ji bo jinan nabin parastina meşrû, di warê mafên mirovan ên siyasî, civakî, aborî û çandî de xwe dispêrin rêgeza cudakariyê.

Bihêzkirina jinan

Samia Al-Ghussein bal kişand ku jin hê negihîştine wateya têgeha wekheviyê, ji bo maf û rayeyên xwe bêpar in û wiha got: “Ev komxebat ji bo bihêzkirina jinan hat lidarxistin. Ji bo jin bi civakê re bikevin nava ahengê û em bikaribin pêşerojek baştir ava bikin hat lidarxistin. Ji bo jin di warê siyasî, civakî û aborî de werin bihêzkirin, di sala 2003’yan de Wezareta Karên Jinan a Filistînê hat avakirin.” Samia Al-Ghussein, diyar kir ku li dijî jinan astengiyên herî berbiçav ên ku rêgeza cudakariyê mayînde dike, Sagona Statuya Şexsî ya ku di sala 1976’an de hat derxistin û sûcê zewaca ku hê reşîd nebûye û hevberdana kêfî dihat paşçavkirin û jinan ji mafên bingehîn bêpar dihiştin e.

‘Bila çareseriya pirsgirêkan bê dîtin’

Basma El-Ferra ku beşdarî komxebatê bû, banga guhertina meylên siyasî, civakî û aborî kir ku ji pirsgirêkên jinan re çareserî bên dîtin, pêdiviyên wan bên bicihanîn û piştgiriya doza wan bikin. Basma El-Farra bal kişand ku divê li Filistînê qanûna parastina malbatê bê derxistin û bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina têgînên edalet û wekheviya civakî.

‘Dijî peymanê ye’

Yek ji jinên ku beşdarî komxebatê bû Huda El-Hawlî wiha got: “Tevî ku peymanên ku mafên jinan û azadiya hilbijartinê garantî dikin jî hene, lê dîsa jî em rastî gelek faktoran tên ku wan ji xwendin û biryarê bêpar dike, di nav de zewaca di temenê biçûk de. temenê hejdeh salî. Ji holê rakirina van kevneşopî û adetên cudaxwaz li dijî peymana CEDAW e."