Li Îran û Rojhilat 13 lîstikvanên şanoyê hatine girtin
Piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî, di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin de herî kêm 13 şanoger hatin binçavkirin û girtin.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê zext û zordariya li ser jin, çalakvan, komên olî û hunermendan bi dawî nabe. Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya ku li paytext Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaq' ve rastî îşkenceyê hat û di 16'ê Îlona 2022'an de jiyana xwe ji dest da, li welat zext û polîtîkayên binçavkirinê yên li hemberî hunermendan zêde bûn. Hat parvekirin ku ji 16’ê Îlonê û vir ve li welêt herî kêm 13 hunermendên şanoyê hatin binçavkirin û girtin.
Çarenûsa wan tê şopandin
Li gorî agahiyên koma xebatê ya bi hunermendên Îranê re hatin cem hev, 13 hunermendên şanoyê hatin girtin. 21 hunermendên şanoyê hatin binçavkirin. Komxebata hunermendên Îranê ku ji hunermend, nivîskar û şanogerên şanoyê pêk tê, têkildarî mijarê agahî dan çavkaniyên herêmî û neteweyî. Di çarçoveya agahiya ku hat dayîn da her wiha hat destnîşankirin ku aqûbeta hunermendên hatin binçavkirin û girtin jî tê şopandin.
Navên hunermendên girtî
Navê hin nivîskar, stranbêj û hunermendên şanoya Îranê yên hatine girtin wiha ne; Farinaz Saraf, Elahe Bayramyan û Siavash Khadim Hosseini, Ali Amozadh, Mahmud Shahriari, Muna Barzoui, Sharvin Hajipour, Katayun Riahi, Mahmoud Mirzaei, Arash Ramezani, Atrin Azarfar, Reza Abdulahi Piralilo, Mojgan Inanfidahr (Tehran), Mojtebî Esedpûr (Tehran), Karam Silêmanî (Gachsar) û St Vaisi (Civanro), Huseyîn Safamanesh (Kirmanşah).