Dê xeta Bêrîtan bi Akademiya Şehîd Perwîn jiyanî bibe

Kongra Star a înşaya civaka azad bi şoreşa zihnî re pêkan dibîne, ji bo guhartin û veguhartina civakê bingehên perwerdê bi akademiyên jinan mayînde dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Kongra Star a ji bo şikandina hişmendiya zayendparêziyê têdikoşe, gavek din li ser têkoşîna xwe ya bilindkirina asta zanista jinê zêde kir. Bi boneya 30’emîn salvegera Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a wek sembola bexwedan û têkoşîna jinê tê dîtin, piştî amadekariyek dirêj li taxa Merşo ya bajarê Hesekê bi navê Şehîd Perwîn a di sala 1991’an de beşdarî nav refên azadiyê bûye û di Cotmeha sala 1997’an de di encama kemînê de jiyana xwe jidest daye, duh akademiyek hat vekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Leyla Şêxmûs a xwişka xwe şehît Perwîn bi bîr anî, destnîşan kir ku Şehît Perwîn ji bo azadiya jin û civakê berê xwe daye têkoşîna azadiyê û da zanîn ku destkeftiyên ku îro hatine bidestxistin bi saya berxwedan û têkoşîna wan pêşengan e. Leyla Şêxmûs bal lê kişand ku vekirina akademiyek bi vê rengê gavek pîroz û serkeftî ye û wiha got; “Ji vê akademiyê dê bi hezaran kom derkevin û ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakê ji qirêjiya hêzên desthilatdar kar û xebatan bikin.”

‘Armanc avakirina civakek polîtîk û demokratîk e’

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdê ya Kantona Hesekê Adar Elî ya qala têkoşîn û berxwedana Bêrîtan (Gulnaz Karataş) kir, destnîşan kir ku Bêrîtan lihevkirina qirêj a Tirkiyê û PDK’ê ya li dijî azadiya Kurdistanê bi berxwedanî û fedakariya xwe têk bir û got; “Bêrîtana ku ji bo îxanetê bişkîne û teslîm nebe rûpelek nû di têkoşîna azadiyê de vekir, destpêkê çeka xwe parçe parçe kir. Piştre rojnivîsa xwe veşart ku rojekê bikeve dest hevalên wê û xwe ji kendalên bilind xwe avêt bêdawîbûnê. Ev hêz û cesaret tenê em di dilê jinên pêşeng, berxwedêr û azadîxwaz de dibînin.”

Adar Elî destnîşan kir ku bi hezaran jin îro li ser xeta Bêrîtanê dimeşin û da zanîn ku yek ji pêşengên ku ji bo azadiya jin û civakê berê xwe da têkoşîna azadiyê Şehît Perwîn e. Adar Elî ya got ku armanca sereke ya vekirina Akademiya Şehît Perwîn avakirina civakek polîtîk û demokratîk e, wiha pêl da axaftina xwe; “Deriyê akadamiyê ji her kesê re vekiriye çi jin be çi mêr. Di roja me ya îro de û di vê qonaxa ku em tê de derbas dibin hewcedariya her kesê bi perwerdeyê heye, ji bo ku her kes dîrok, rastiya heyî û siyaseta li ser tê meşandin bizanibe da em bi hev re pêşerojek azad ava bikin.”

‘Azadiya jinê bi azadiya civakê pêkan e’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Nida Salih jî da zanîn ku pirsgirêkên jin û civak rastî wan tên hemû jî pirsgirêkên hişmendiyê ne û got ku ew dixwazin bi zaninsa jinê hişmendiya civaka demokratîk bipêş bixin. Nîda Salih a bal lê kişand ku serkeftin dê bi vê re pêk were, bal lê kişand ku di bin navê ol, urf û kevneşopiyan de li dijî jin û civakê êrişên mezin pêk tên û bi gotina “Azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e” wiha got; “Ji bo wê em dixwazin jin di civakê de azad bin da ku civakek azad û wekhev were avakirin. Her çiqas êrîş jî hebe em ê asta têkoşînê bilindtir bikin bila her kes baş bizanibe li ku derê zor û zilm hebe wê berxwedanî jî hebe.”