Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dan bû 25 hezar û 490

Hate ragihandin ku hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 25 hezar û 490.

Navenda Nûçeyan – Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê didomîne de jiyana xwe ji dest dane bû 25 hezar û 490’an û hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 354.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de, hate diyarkirin di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê de 195 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 354 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin di avahiyên di encama êrîşan de hilweşiyan de bi sedan cenaze hene, lê ji ber bomberdûmanê tu xebat nayên kirin.