Hunermend Emel Çîftçî hat berdan

Hunermend Emel Çîftçî ku bi îfadeyên şahidê nepen hatibû girtin, di yekemîn danişîna doza der barê wê de hatibû vekirin de hat tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan- Yekemîn danişîna doza der barê hunermenda Kurd Emel Çîftçî ya ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku li ser îfadeyên şahidê nepen “Ulaş” hatibû destpêkirin, di 21’ê Tebaxa 2023’an de li Amedê hatibû girtin hat vekirin, hat dîtin.

Di danişîna ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de danişîn bi darizandina Emel Çîftçî ya bi îdiayên "endamtiya rêxistinê” û "rêveberiya rêxistinê” dest pê kir. Şahidê nepen “Ulaş” bi riya SEGBÎS’ê tevli danişînê bû, îdia kir ku Çîftçî “qaşo hunermend e, kadroya rêxistinê ye.” Emel Çîftçî îdiayê red kir û got ku şahidê nepen nas nake. Emel Çîftçî, diyar kir ku hunermend e, tedawiya penceşêrê dibîne û xwest bê tehliyekirin.

Dozger jî xwest rewşa girtî ya Emel Çîftçî bidome. Parêzerê Emel Çîftçî Şerzan Yelboga jî diyar kir ku îdiayên şahidê nepen îdiayên razber in û tu delîlên şênber di dosyayê de nîn in.

Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî dîroka 14’ê Adara 2024’an kir.