Îranê 3 sal cezayê girtîgehê da rojnamevan Ghazala Zare

Dadgeha Devrîm a Îslama Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û parêzavana mafan Ghazala Zare birî.

Navenda Nûçeyan – Danaşîna rojnamevan û parêzvana mafan a Ghazala Zare ku di meha Tebaxa 2023’an de hatibû girtin, li Şaxa 2’emîn a Dadgeha Devrîm a Îslamê li Hurremabad a herêma Lorîstan a Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin.

Bi îdiaya ‘propagandaya li dijî rejîmê’ 1 sal ‘bi armanca xirakirina ewlehiya welat avakirina koman’ 2 sal cezayê girtîgehê li Ghazala Zare birîn.

Ghazala Zare beriya were girtin ji bo zarok û ciwanan pirtukxaneyên cûda û navendên pêşketina xwendinê rêvebir. Di heman demê de ji bo piştgiriya zarokên kolanan bi saziyek xêrxwaz re dixebitî. Axaftina rojnamevan li atoleyeyekê weke ‘suc’ hatibû dîtin û hatibû girtin.