Li Tûnisê zagonên ku jinan diparêzin nayên pêkanîn
Li Tûnisê zagonên ku jinan diparêzin nayên pêkanîn Li Tûnisê jin di gelek waran de rastî şîdetê tên. Tevî ku li welat gelek zagonên jinan diparêzin hene jî ji ber ku nayên pêkanîn her diçe şîdet zêdetir dibe.
ZIHÛR EL MEŞRIQÎ
Tûnis – Li Tûnisê jin di her warî de li dijî şîdetê têkoşîna xwe didomînin. Li welat tevî hebûna zagonên ku mafên jinan diparêzin jî her diçe şîdet zêde dibe. Sendikavan û parazvana mafên mirovan Munîra El-Hilêmî, diyar kir ku li herêmên hundirên ên Tûnisê, jin ji ber zihniyeta mêr zehmetiyan dikşînin.
Munîra El Hilêmî diyar kir ku di beşên hundirîn ên Tûnisê de zehmetiyên ku jin dikşînin duqat in û got: “Ji ber ku haya wan ji zagonan tune ye, nikarin doza mafên xwe bikin û da zanîn ku komeleyên jinan li ser vê yekê kar dikin ji bo jinan ji zagonên ku wan diparêzin haydar bikin.”
‘Jin ji nêrîna civakê ditirsin û xwe paşve didin’
Munîra El Hilêmî teqez kir ku rastiya jinan li herêmên bundirîn ên paşguhkirî li Tûnisê heta niha ji ber zihniyeta serdestiya mêr zehmet e û wiha domand: "Heta niha jî jin ji ber nêrîna civakê ditirsin. Ez weke sendîkavaneke ku parastina mafên karkeran di cotkarî û kargehan de dike dibêjim ku tundî bi hemû cureyên xwe li dijî jinan zêde bûye. Bi taybetî di warê aborî de. Jinên cotkar di aliyê heqdestê xwe de tevî keda didin jî di mercên newekhev de ne. Mûçeyê wan kêm e û têra pêdiviyên wan ên rojane nake. Her wiha piraniya van jinan berpirsên malbatên xwe ne."
‘Mûçeya wekhev nagirin’
Munîra El Hilêmî mijara nehêsankirina bidestxistina jinan erdekî ji bo pirojeyên xwe yên taybet çêkin rexne kir û got: “Ji ber li herêmên gundan ên paşguhkirî piraniya jinan dizanin çawa bi erdê re mijûl bibin û ji mafên wan e erdekî bi dest bixin û projeyên xwe pêk bînin.”
Munîra El Hilêmî hêrsa xwe ji paşveçûna rewşa jinan a aborî ber bi dawî ve li eyaletên Bakurê Rojava û navîn berovajî eyaleta Qesreyn anî ziman û got: "Hemû cureyên tundiyê li dijî van jinan pêk tên lê jin ditirsin gilî bikin. Jin ditirsin bikevin warên giştî û karê siyasî, ji ber ku dizanin dê vê yekê qebûl nekin."
Munîra El Hilêmî der barê zagona 58 a têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan a di sala 2017’an de derket got: "Ev zagoneke şoreşgerî ye. Em weke çalakvanên jin kêfxweş bûn dema derket. Me guman dikir wê tundî kêm bibe lê belê me dît ku zêde bû. Ji ber bi rengekî temam û aktîf neketiye meriyetê. Heta niha tundî tenê di aliyê madî de tê dîtin. Tundiya zayendî aborî û sembolîk hatiye jibîrkirin ji ber wê azar berdewam dikin."
‘Newêrin gilî bikin’
Munîra El Hilêmî destnîşan kir ku heta niha awayên şerê li hemberî tundiyê li herêmên hundirîn li Tûnisê lawaz in, bang kir ku derfetên hêsankirina jinên tundî li wan dibe berê xwe bidin edaletê çêbin û wiha domand: "Hinek caran li hin navendên eyaleta Qesreyn weke mînak. Lêpirsîn bi jina tundî lê bûye re li pêşiya xelkê tê kirin ji ber imkanî tune ne. Ev yek îhaneteke ji jina tundî lê bûye re û tiştên kesayetî yên nabe li pêşiya her kesî werin gotin teşhîr dike. Ji ber wê em ji dewleta xwe daxwaz dikin dahatek ji aliyên têkoşîna li hemberî tundiyê re veqetîne û ev hêviya me ye ji ber rêje metirsîdar in û me ditirsînin.
Kêmanî di aliyan de heye. Divê kar bi rengekî lezgîn were kirin ji bo were sazkirin. Ji ber jin li wê derê ne di rewşeke baş de ne. Aliyên lêkolînan jî divê werin perwerdekirin çawa danûstandinê bi jinên tundî li wan bûye re bikin li şûna wan vedigerînin ji malbatên wan re û di encamê de vedigerin ji kesê tundî li wan kiriye re. Em negihîştine pêvajoya baweriya ku maf maf e her çiqad were tecawizkirin an jî tundî lê bibe."
‘Bêdengî dibe sedema zêdebûna şîdetê’
Munîra El Hilêmî di dewamê de ev yek bilêv kir: "Weke serpereşta li ser şaneya guhdarîkirina jinên tundî li wan bûye li eyaleta Qesreyn, ez dibêjim divê kar li ser pênasekirina jinan bi girîngya wê beriya her gavê were kirin. Ji bo jin beyî tirs kesê ku tundî lê kiriye bide dadgehê bên teşwîqkirin. Her wiha divê jin werin îqnakirin ku bêdengiya li hember tundiyê teşwîqkirina berdewamiya wê ye û ev yek dê bighêje keç xwişk heval û cîranên wê. Ji bo şikandina vê giloverê jî divê her sînorek rê li ber wê digre were şikandin."
‘Şîdeta aborî li jinan tê kirin’
Parêzer û mafnas Fatin Mehnawî jî got: "Şerê li hemberî tundiyê pirsgirêkên qanûnî di nava xwe de nagire ji ber Tûnis welatê zagonan e û zagoneke wê ya temam heye ji bo têkoşîna li hemberî tundiyê bi hemû cureyên xwe. Lê belê pirsgirêk ew e ku jin çiqas dikarin doza mafên xwe bikin. Jin çawa dikarin van zagonan pêk bînin. Pirê caran jin fedî dikin dozê li dijî hevjîn an jî yek ji malbata xwe vekin."
Fatin Mehnawî diyar kir ku mehrûmkirina ji mîras jî tundiyeke aborî ye jina jê mehrûm dibe dikare gilî bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Zagona Tûnisê mafên hemû jinan dide wan. Ya girîng ew e ku jin bi hebûna van zagonan bizanibn. Pirsgirêk ne di danîna zagonan de ye, di însiyatîfê de ye. Divê aliyên ragihandinê û komele teqeziyê li ser hişyarkirina jinan di warê mafên wan û hebûna van zagonan de bikin."