Li Tûnisê civîna ji bo şopandina pêkanîna projeya Faire
Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê civînek ji bo piştgirîkirina mafên civakî û aborî yên jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin li dar xist.

Tûnis - Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin civînek ji bo şopandina pêkanîna projeya Faire ya ji bo piştgirîkirina mafên civakî û aborî yên jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin li dar xist. Di civînê de behsa lêkolîna zanistî, piştgirî û fînansekirina projeyên rêxistinên civaka sivîl, perwerdekirina pêkhateyên sendîkayan, piştgirîkirina însiyatîfên aborî yên kolektîf ên jinan û başkirina rewşa karkerên jin di sektora çandiniyê de, hat kirin.