Li Tûnisê çalakiya protestoya elektronîk li dijî êşkenceya li ser jinan

Nûnerên 8 komên koordînasyonên jinên herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan tê kirin, protestoyek elektronîk organîze kirin.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo nûnerên heşt komên koordînasyonê, li dijî her curê êşkenceya li ser jinan tê kirin, protestoyek elektronîk organîze kirin. Vîdyoyên ku nêrînên karkerên jin ên li Filistîn, Îraq, Cezayîr û Tûnisê belge dikin hatin nîşandan. Mexrib jî beşdarî girêdana rasterast bi du çalakiyên protestoyê ku bi karkerên çandiniyê û xebatkarên paqijiyê re hatibûn organîzekirin bû.

Çalakvana mafê mirovan a Tûnisî Sûad Mehmûd got ku pêwîste xebat ji bo yekkirina dengên jinên cîhanê li dijî her cure zilmê bê kirin.

Endama Rêxistina Meşa Jinên Cîhanê Nima El-Nesîrî jî da zanîn ku îro hevdem e bi Roja Cîhanî ya li Dijî Emperyalîzmê û wiha pê de çû: "Em hewil didin parastina jinên ji hemû mezheb û nijadan bikin ji ber vê yekê em karê xwe li seranserê cîhanê dimeşînin."

Çalakvana mafên mirovan Bexte Cimûr jî  diyar kir ku ew bi beşdarbûna vê protestoyê pir kêfxweş e û wiha domand: "Em ê li dijî her curê tundî û îstîsmarê têbikoşin. Em ê derfetê nedin tu kesî ku destkeftiyên me têk bibin.