“Li Suriyê tu çareserî bêyî projeya Netewa Demokratîk nabe”

Bi armanca dîtina rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê Partiya Sûriya Pêşeroj şaxa Efrîn - Şehba komxebat li dar xistin û di vê komxebatê de diyar kirin ku tu çareserî bêyî projeya Netewa Demokratîk nabe.

Şehba - Partiya Sûriya Pêşeroj a şaxa Efrîn û Şehbayê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêya projeya Netewa Demokratîk, di bin navê “Tu çareserî di Sûriyeyê de bêyî projeya Demokratîk nabe” komxebatek li kantona Şehabyê Bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Koxebat li hola çand û huner a navçeya Fafîn a Şehbayê bi beşdarbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Partiya sûriya Pêşeroj a şaxa Helebê hat lidar xistin.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştre xalên komxebatê ji aliyê endama Partiya Sûriya Pêşeroj a şaxa Efrîn - Şehbayê Newroz Hisên ve hatin xwendin. Newroz Hisên wiha got: “Ger jin azad nebe, civak ti carî azad nabe. Nakokiyên ku li herêmê rû dane destpêkê kesayeta jin dike hedef. DAIŞ jî ji zihniyeta desthiladar ava bûye, jin jî li hember vê zihniyetê gelek tekoşîn û berxwedanî daye meşandin ji bo Sûriyek azad bê desthilatdar were avakirin. Pêşketinên jinan li Rojavayê nirxeke dîrokî ya mezin e. Şoreşa Rojava wê sîstema ku ji aliyê zihniyeta desthilatdarî ve hatiye avakirin, têk bibe û sîstemek bi hêz û îradeya jina birêxistinkirî ava bike.”

“Rêya çareseriyê Netewa Demokratîk e”

Der barê armanca komxebatê û girîngiya rola jin di çareseriya Sûriyeyê de Newroz Hisên wiha anî ziman: “Armanc ji lidarxistina vê komxebatê ji bo çareserkirina aloziyên li sûriyeyê ye. Tu alozî bêyî projeya Netewa Demokratîk li Sûriyeyê nayê çareserkirin. Kar û xebatên me li ser esasê vê projeye ye. Em ê dengê projeya xwe bighînin tevahî herêman û bi taybet xwe bighînan jinan, ger jin azad nebe wê civak jî azad nebe. Ji bo rakirina fikrê zihniyeta baviksalarî ji holê divê em xebatên xwe yên demokratîk berfirehtir bikin. Dagirkirina herêmên me û pêkanîna komkujiyan ji zihniyeta desthiladar tê. Jin jî roleke girîng di vê çareseriyê de dilîzin. Jinan bi rêya fikira Netewa Demokratîk karîbûn xwe ji zincîrên koletiyê xilas bikin û cihê xwe di warê siyasî, diplomasî û civakî de bigrin. Jin bi îrade, zanebûn û tekoşîna xwe dikare civakek azad û demokratîk ava bike.”

Komxebat bi nîqaşan bidawî bû.