Dayîk Emîne Al qala binpêkirinên li girtîgeha Kayserî kir
Emîne Al destnîşan kir ku keça wê Gulîstan Al a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê tê girtin û girtiyên din rastî gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji bo xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan banga piştgiriyê kir.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li gelek girtîgehên Tirkiyê li dijî pêkûtî û binpêkirinên mafên mirovan ên di demên dawî de asta wê bilintir bûye, girevên birçîbûnê didome; Wezareta Edaletê li hemberî vê bêdengiya xwe diparêze. Xizmên girtiyan ên li dijî van binpêkirinan bertek nîşan dikin, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser girtiyan bang kirin. Yek ji xizmên girtiyan ên banga piştgiriyê kir jî Emîne Al e. Emîne Al a li ser keça xwe Gulîstan Al a ev 6 sal e li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê tê girtin û girtiyên din axivî, destnîşan kir ku keça wê ya cezayê heta hetayî lê hatiye birîn li girtîgeha Kayseriyê rastî gelek binpêkirinan tê.
Ji xwarina wê diran derdikeve!
Emîne Al, destnîşan kir ku li Girtîgeha Kayserî ya ku keça wê lê dimîne ji nav xwarinên wê diran û tiştên cûr be cûr derdikeve û ji siharê heya êvarê tenê nanek somun ji wan re tê dayîn. Emîne Al a got ku ji ber tiştên ji nav xwarinên wan derdikeve nikarin xwarinê bixwun da zanîn ku girtî ji derveyî pirsgirêkên xwarinê rastî gelek pirsgirên cûda jî tên.
Alavên elektronîk ên xirab dibin nayên çêkirin
Emîne Al wiha got: “Amurên elektronîk ên mîna semaver, televîzyon ango radyoyên wan her çi be dema xirab dibin çênakin. Rûxmê ku garantiya wê ya di rewşên xirabûnê de heye ji wan re dibêjin “hûnê perê wî bidin û wisa çêbikin”. Li girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê pirsgirêkên girtiyan pir zêde ne. Hemu pênç kes in û her yek ji wan danîne xurfeyek cûda. Daxwaza me ew e ku her pêncan bigrin yek xurfeyê.”
Ji dû qazaxan zêdetir cil nadin wan
Emîne Al a bang kir ku tecrîda li ser girtiyan bê bidawîkirin wiha got: “Bila tecrîda li ser girtiyan bê rakirin. Pir kêm didin wan. Li hundir tenê dû qat cil didin wan. Bila çar qat bidin çi zirara vê heye. Dû qazaxan digrin û du vedigerînin. Ji derveyî vê di lêgerînan de ji pêlavên me heyanî laçika me her tiştî digerin. Laçikên me ji serê me radikin û wiha lêgerînê dikin.”
“Xizmên girtiyan nikarin biçin hevdîtinê”
Emîne Al bal lê kişand ku ji ber girtî li cihek pir dûr in malbatên wan bi salan nikarin biçin hevdîtinên wan û wiha axivî: “Hîn girtî hene ev 6 sal in nikarin zarokên xwe bibînin, malbat tenê ji ber heqê rê jî mabe nikarin biçin hevdîtinê. Dema koronayê min dû salan keça xwe nedît, sala berê payîzê ez çûm li wê derê jî min tenê dû seatan wê dît. Ev sal jî beriya cejnê çûm, me seatek hev dît. 5 kes in her yek ji wan yek bi yek girtin hundir.”
“Xwedî li girtiyan derbikevin”
Emîne Al a di dawiya axaftina xwe de bang li xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan kir, wiha got: “Divê her kes rabe ser lingan û xwedî li vê dozê derbikeve. Êdî bes e, bila girtiyên nexweş berdin. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Bila her kes rabe û xwedî li girtiyan derbikeve. Em aşîtî dixwazin, êdî şer naxwazin bes e.”