Li Pakistanê zêdetirî 528 zarokan jiyana xwe ji dest dan

UNICEF bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber karesata lêhiyê ya ku li Pakistanê rû da zêdetirî 528 zarokan jiyana xwe jidest dane û pêwistiya bi milyonan zarokan bi alîkariya lezgîn heye.

Navenda Nûçeyan – UNICEF têkildarî karesata lêhiyê ya li Pakîstanê rû da daxuyaniyek weşand û da zanîn ku di encama karesata ku ji ber guherîna avhewayê rû daye zêdetirî 528 zarojan jiyana xwe jidest dane.

Bi milyonan zarok xwedî pêwistiya alîkariya lezgîn in

UNICEF’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li gor texmînan nêzî 16 milyon zarok ji ber vê lehiyê bandor bûne û herî kêm 3.4 milyon zarokên keç û xort hîn jî hewcedariya alîkariya lezgîn a jiyanê ne û zarokên piçûk bi malbatên xwe re, bêyî vexwarinê li derve dijîn. Av, xwarin an debara jiyanê û li ber gelek xeter û metirsiyên nû yên girêdayî lehiyê ne, di nav de avahî û lehiyê zirar dîtine. Binesaziya jiyanî ya ku zarok pê ve girêdayî ne, wêran bûye û zirar dîtiye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew her tiştî dikin ji bo piştgirîkirina zarok û malbatên mexdûr û parastina wan ji xetereyên berdewam ên nexweşiyên avê, kêmxwarinî û xetereyên parastinê.

Hezar û 486 kes jiyana xwe jidest da

Ji ber lêhiya ku di encama baranên mûsonê yên ku di nîvê Tîrmeha 2022’an de dest pê kir rû da, hezar û 486 kesan jiyana xwe ji dest da, 18 jê zarok 12 hezar û 748 kes birîndar bûn û 1,75 milyon xanî zirar dîtin û ji wan bi temamî hilweşiyan.

Hatiye ragihandin ku di sala 2010'an de, lehî û lehiyê li tevahiya Pakistanê girtiye, di encama baranên zêde de nêzîkî hezar û 600 kes jiyana xwe jidest dane, lê çavkaniyên din jî dibêjin ku hejmara qurbaniyan nêzîkî sê hezar kes bûne û zêdetir ji 20 milyon kes bandor kirine.