Li Sudanê emrê zarokan mezin dikin û dişînin şer

Di demeke ku pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sudanê de berdewam dikin, bi taybetî zarokên li qadên çolterî, bi belgeyên sexte mezin tên nîşandan. Zarokên ku bi vî awayî digirin artêşê, çek didin destê wan û pevçûnê li wan ferz dikin.

MAYSA AL QADİ

Sudan- Pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sudanê de bandora xwe li gelek qadên jiyanê dikin. Hinek vîdeoyên ku tê de dîmenên endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn hene, bû sedema nerazîbûnan. Di vîdeoyan de endamên vê hêzê, cilên xwe yên leşkerî li zarokan dikin û wan mîna amûreke şer  bikar tînin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sudanê raporek weşand û xwest ku bala dinyayê bikşîne ser pêkanînên li Sudanê. Di raporê de hat destnîşankirin ku zarok li qadên şer tên bikaranîn. Hat diyarkirin ku temenê piraniya zarokên di pevçûnan de mirine, ji 18 salî biçûktir e.

Zarok tên biçekkirin

Rojnamevan Sabah Adam, têkildarî mijarê wiha got: “Hêzên Piştgiriya Lezgîn, xwe dispêre mîlîsên Cancavidê. Ev jî, di şerê navxweyî de xwedî şanek xirab in. Vana dest bi komkirina zarokan kirine. Ev rewşeke nû nîne. Çend sal beriya niha jî rewşeke wiha bi derketina mîlîsên Cancavidê re derketiye holê. Belgeyên rojbûna zarokan hene, lê dîsa jî ji ber gelek sedeman malbat hewl didin ku zarokên xwe di nifûsê de nîşan bidin. Lewma li van herêmên çolterî jimartina zarokan bi rêkûpêk nayê kirin.”

Malbat temê zarokên xwe mezin nîşan didin

Sabah Adam, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî gelek malbat di nav rewşeke dijwar de dijîn û wiha got:  “Piraniya malbatan debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikir. Ji ber şerên navxweyî yên pêk tên, malbatan milkên xwe jidest dan. Dema ku pevçûn destpê kirin, li Darfurê hikûmeta wê çaxê ji rewşa şkestek a nifûsa li wê, sûd girt. Paşê heta şerê Yemenê li Sudanê di nav hêmanên bi Koalîsyona Ereb re dixebitîn de, gelek zarok girtin artêşê. Ez zarok li Yemenê tevlî şer dihatin kirin û bala xwe nedidan emrê wan. Ji ber sedemên cuda cuda, ev rewş nedihat dîtin. Malbat jî, ji bo ku zarokên wan rihet herin gerûgeştan, di nasnameyên wan ên gerûgeştê de sextekarî dikirin û emrê wan mezintir nîşan didan. “

Malbat rastî gefan tên

Sabah Adam, got ku “ hinek xebatkar û malbat, rastî gefên serokên eşîran û siyasetan ve ji bo ku emrî zarokên wan mezin bên nivîsandin, dihatin aciskirin. Gef li wan dixwarin.” Sabah da zanîn ku ev rewş piranî li herêmên ku eşîr lê ne, tê dîtin.

Sabah Adam, destnîşan kir ku malbatan emrê zarokên xwe nîşan dan û dest bi qezenckirina pere kirin. Ji ber ku her zarokek leşker, sax be jî mirî be jî pereyek mezin bi malbata xwe dida qezenckirin. Sabah, wiha got: “Malbatan ji bo leşkeriyê serlêdanên zarokên xwe dikirin. Di vê pêvajoyê de şaredarên li herêmê, roleke mezin lîstin. Şaredarên ku beramberî van nelirêtiyan ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn diyariyan stendine, hatin girtin û karûbarên fermî der barê wan de hatin destpêkirin.”

‘Cihê van zarokan qada şer nîne’

Sabah Adam destnîşan kir ku rastiya leşkerên zarok di pevçûnên li Hartumê de derketine holê. Sabah Adam, wiha got: “Lê hikûmetê tu biryar negirt. Mixabin niha di pevçûnan de gelek zarok hene. Piraniya zarokên di pevçûnan de mirine, di navbera 17-30 salî de ne. Ev rewş ji bo civaka Sudanê û avakirina wê şermeke mezin e. Cîhê van zarokan qada şer nîne, dibistan e. Ji ber aboriya xirab û dûrbûna dibistanan a ji qadên çolterî, zarok ji mafê perwerdê bêpar hat hiştin.”

‘Zagon tên binpêkirin’

Parêzer û parazvanê mafên mirovan Rehab Mubarek jî diyar kir ku bikaranîna zarokan a di şer de hatiye piştrastkirin. Rehab da zanîn ku herdu alî jî wiha dikin û ev yek, binpêkirina zagonên herêmî û navnetewî ye. Rehab Mubarek wiha got: “Destpêkê me got ku tenê Hêzên Piştgiriya Lezgîn wiha dike, lê piştre me bihîst ku Artêşa Sudanê jî wisa dike. Zarokên li herêma Çemê Nîlê, tên biçekkirin û perwedehiya leşkerî dibînin. Vîdeo û wêneyên ku vê yekê piştrast dikin hene. Her wiha zarokan tevlî şerên li herêma El Faw û derdora wê jî kirin. Gelek zarok di pevçûnan de mirin. Zarok di pevçûnên li Halfayayê de jî hatin bikaranîn. Her du alî jî zarokan dikin leşker.”

‘Dibe ku rastî destdirêjiyan jî bên’

Pispora Xizmetên Civakî Thuraya Ibrahim Al-Hajj jî balkişand ser binpêkirinên ji ber biçekkirina zarokan û wiha got: “Biçekkirina zarokan, binpêkirina mafên zarokan e. Dibe sedem ku zarok ji perwerdê bêpar bimînin, di karên fizîkî, fikrî û hêstewarî yên di ser kapasîteya wan re ye de bên şixulandin. Tirs, fikar û destdirêjî jî, çend binpêkirinên li pêşiya wan in. Civak zarokan dike nav norm û standardên civakî. Ev jî dibe sedem ku zarok bikevin nav têkoşînek derûnî û pirsgirêkên derûnî li wan peyda dibin.”

‘Bi rêya çapemeniyê divê hesasiyet bê avakirin’

Thuraya Ibrahim Al-Hajj, diyar kir ku di biçekkirina zarokan de rola mezin para malbatan e, lê malbat jî xwedî vê zanebûnê nînin. Thuraya wiha got: “Pêwîst e di mijara mafên zarokan de xebatên zanatiyê bên meşandin. Divê ev zarok bên parastin û bi rêya çapemeniyê hesasiyet bê avakirin.”