Li Sudanê bi xebatên xwebexş hewl didin krîza mirovî derbas bikin

Li Sudana ku krîza mirovahiyê ya herî mezin lê diqewime, jin karkerên xwebexş kom dikin, wan bi rêxistin dikin û hewl didin ku heta radeyekê bi krîza mirovî re têbikoşin.

AYA ÎBRAHÎM

Sudan – Ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) û artêşê de ku ev salek zêdetir e berdewam dike, krîza herî mezin a mirovî û ji cihûwarbûnê li Sudanê rû dide. Li welatê ku zêdeyî 16 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 8,7 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Li gorî daneyên dawî yê rapora Tesnîfkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Entegre (IPC) li welat 755 hezar kes di qonaxa xelayê de ne û 25,6 milyon kes ji birçîbûna astên bilind dikişînin.

Li dijî krîzê beşdarî xebatên xwebexş dibin

Pevçûn bandora xwe ya herî xirab li ser jin û zarokan dike.  Li hemberî krîza mirovî, jin hewl didin ku herî kêm heta radeyekê bi xebatên xwebexş têbikoşin. Xwendekara Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Omdurman Doaa Abdel Rahman ku bi dilxwazî belavkirina pêdiviyên xwarinê di Servîsa Lezgîn a Bahrî de dike, got: “Ji bilî alîkariya welatiyan ku ji herêmên pevçûnan derkevin cihên ewle, em jî dixebitin ku hewcedariyên cûrbecûr yên tibbî peyda bikin.”

‘Em xwarinên rojane li stargehan belav dikin’

Doaa Abdel Rahman diyar kir ku ew di çarçoveya projeya “Brush Al-Khair” de jî beşdarî xebatên ‘Em Hemu Hêja Ne’ ku rêxistineke xwebexş e buye û wiha got: “Em niha li ser projeya mitbexa alîkariyê dixebitin. Rojane xwarin li ser kesên ji şer tên li navendên niştecihbûnê tê belavkirin û rojane 150 kes jê sûd werdigirin.” Doaa Abdel Rahman diyar kir ku zehmetiya herî girîng a ku di karê xwebexşiyê de pê re rû bi rû ne, astengiyên di xizmetên danûstandinê de ne û wiha got:

“Li piraniya kolanan cenazeyên leşkeran û bermahiyên şer hebûn. Ji bo rakirina bermahiyên şer ji me re tîmek pispor hewce bû. Li herêmên pevçûnên şer derbarê xetereyên ku bi taybet jin pê re rû bi rû dimînin, me xebat dan meşandin. Em carnan ji bo rizgarkirina mirovan jiyana xwe dixin xetereyê. Yek ji xebatkarên xwebexş Sajida Abdel Mawla meha borî dema ku li Nexweşxaneya Başûr li bajarê Al-Fasher ya eyaleta Darfur a Bakur bi erka xwe radibû, gule li wê ket û jiyana xwe ji dest da. Sajida Abdel Mawla jî li Odeya Lezgîn a Kampa Abu Shouk a ji bo koçberên bajarê Al-Fasher kar dikir.”

Bi koma ‘Di dema şer de kêfxweşî’ re dilxwaz anîn cem hev

Mamosteya dibistana seretayî Nada Mohamed Abdel Qader, ku piştî şer û pevçûnan dest pê kir ji paytext Hartumê koçî bajarê Port Sudanê yê li rojhilatê welêt kir, ji bo piştgirîkirina koçberan dixebite. Nada Mohamed Abdel Qader ku di medyaya dîjîtal de komek ji dilxwazan bi navê ‘Di dema şer de kêfxweşî’ ava kir, wiha got: “Me lijneyek giştî ava kir. Heta ku gel bikaribin pêdiviyên xwe yên xwarinê pêk bînin em ê xebatên xwe bidomînin. Ji bo şopandina prosedur û rayedaran jî me ofîsek rêveberiyê hilbijart. Piştî vê ezmûnê, tevî zehmetiyên ku em pê re rû bi rû man jî, me ji xwebexşiyê hez kir.”

Bi rêya medyaya dîjîtal xebatên alîkariyê organîze dike

Aktîvîst Suhinda Abdel Wahab a ku beriya şer û pevçûnan li Sudanê karê xwebexşiyê dikir, diyar kir ku tevî pevçûnan jî, bi derneketina mala xwe ya li Omdurman a bajarê Hartumê xebatên xwe yên xwebexş zêde kiriye. Suhinda Abdel Wahab diyar kir ku ew beşdarî xebatên dirêjkirina dema alîkariyê ji bo nexweşên di rewşên awarte de bûye û got ku ew û hevjînê xwe her rojên Înê xwarinê belav dikin.

Suhinda Abdel Wahab bi rêya hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Facebook ku nêzî 568 hezar şopînerên wê hene xebatên alîkariyê organîze dike.