Êrîşên Îsraîlê didomin: Rojnamevanek jiyana xwe ji dest da

6 rojnamevan duh êvarê di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konê rojnamevanan a li nêzî Nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezayê de jiyana xwe ji dest dan. Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve 238 rojnameger hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Medyayê ya li Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojnamevan Mihemed el-Xalidî duh di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konê ku rojnamevan lê li nêzî nexweşxaneyê bi cih bûbûn de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Mihemed el-Xalidî, ku ji bo platforma medyayî ya "Sahat" dixebitî, "bû şeşemîn rojnamevan ku di komkujiya hovane ya ku ji hêla hêzên dagirker ên Îsraîlê ve bi bombebarana rasterast a konê rojnamevanan li nêzî Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezayê pêk hat de jiyana xwe ji dest daye."

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve 238 rojnameger hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin bûye 238.

Duh êvarê, li nêzîkî Nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Xezzeyê, nûçegihanên El Cezîreyê Enes El Şerîf û Muhammed Kurayka, digel sê kameramanên xwe, di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konê ku rojnamevan lê diman de jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û qebûl kir ku Enes Şerîf di êrîşê de hatiye kuştin.

Li Xan Yûnisê 7 kes ji heman malbatê hatin kuştin

Li Xan Yûnisê, ku li başûrê Xezzeyê ye, malek ji heman malbatê hedef hat girtin û di encamê de heft Filistînî hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê, ku li başûrê Xezzeyê ye, êrîşeke hewayî li ser malek pêk anî. Di êrîşê de heft endamên heman malbatê hatin kuştin.