Jinên Efganistanê bûn yek deng: Têkoşîna me wê bidome

Piştî ku Talîban bû desthilatî, jinên Efganistanê li dijî binpêkirina mafên xwe dengek bihêz bilind dikin. Tevgerên jinan ên yekbûyî, bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî Talîbanê zextan zêde bikin û mafên jinan biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Çar sal ji desteserkirina Talîbanê ya rêveberiya Efganistanê derbas bû. Jinên Efganistanê, carek din ji bo mafên xwe bi dengekî bilind îtîraz dikin. Rêxistinên curbecur ên mîna “Tevgera Jinên Bihêz ên Efganistanê”, “Tevgera Jinên li ser Rêya Azadiyê" û "Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efgan", li hev kombûn û civînek li dar xistin. Tevgerên jinan rêveberiya Talîbanê şermezar kirin û ji bo parastina mafên jinan bang li saziyên navneteweyî kirin.

Tevgerên jinan, destnîşan kirin ku Talîbanê ne tene mafên mirovan, mafên herî bingehîn ên jinan jî binpêdike û bang li raya giştî kir ku bêdeng nemînin. Jinan, bang li civaka navneteweyî kir ku rejîma Talîbanê nasneke û li şûna bivê komê re hevkariya bike, ji bo dawîanîna polîtîkayên zextker, zexta navneteweyî zêde bike.

Rojekî tarî û bi êş

Tevgera Jinên Bihêz ên Efganistanê, di daxuyaniya xwe de bang li hemû hêzên siyasî, sivîl û gel kir ku ji bo avakirina pergalek demokratîk, adil û azad, têkoşîna yekgirtî bimeşînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Roja 15’ê Tebaxê, di hefizeya gelê Efganê de mîna rojekî tarî û bi êş cihgirt; roja hilweşîna rejîma komarî û ji nû ve desteserkirina Talîbanê ya welat e.”

Endamên tevgerê, diyar kirin ku divê hikûmeta Talîbanê ne ji aliyê gelê Efgan û ne jî civaka navneteweyî ve mîna rewa neyê qebûl kirin û ew ê li dijî polîtîkayên vê komê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Di çar salên dawî de, jin û zarokên keç ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî û mafê perwerde û xebatê bêpar hatin hiştin; cîhan jî bi awayekî cidî bertek nîşanî vê rewşê neda.” Jinên ku balkişandin li ser polîtîkayên Talîbanê, anîn ziman ku çûyîna zarokên kêç dibistanê tên astengkirin, medya tê sansûrkirin, aktîvîstên sivîl tên bêdengkirin an jî neçarî çûyîna derveyî welat tên kirin û xizanî bi awayekî lez belav dibe.

Endamên Tevgera Jinên Bihêz ên Efganistanê û Tevgera Jinên li ser Rêya Azadiyê, destnîşan kirin ku ewê li dijî polîtîkayên Talîbanê çalakiyên xwe bidomînin.

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efgan jî, li dijî cudakariya zayendî banga têkoşînê kir û nêzîkatya welatan a ji bo Talîbanê rexne kir. Rêxistinê, diyar kir ku jinên Efganistanê tên paşguhkirin û xwest lîderên Talîbanê bêdarizandin û kiryarên binpêkirinên mafên mirovan ên Efganistanê hesab bidin.