Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî di roja duyemîn de didome
Greva giştî ya ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê Dewriyeya Îrşad a Tahranê ve, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê di roja duyemîn de berdewam dike û piraniya bajarên Kurdistanê jî tevli grevê bûn.
Navenda Nûçeyan – Grevên gel ên ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê Dewriyeya Îrşad a Tehranê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi girtina dikanan di roja duyemîn de berdewam kir.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, gel li bajarên Banê, Merîwan, Seqiz û hwd. dest bi grevê kiriye.