Li Rojhilat bi pileya 5,1 erd hejiya

Li bajarokê Qesrî Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,1 erdhej çêbû.

Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku li bajarokê Qesrî Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmanşan ya Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,1 erd hejiya.

Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej di saet 04:32’an de çêbûye. Hate tesbîtkirin ku navenda erdhejê bajarokê Qesrî Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye. Erdhej bi kurahiya 8 kîlometre çêbûye.

Rayedarên Îranê eşkere kirin ku di erdhejê de tu ziyanên canî û madî çênebûne.