Çalakvana Kurd ji aliyê Îranê ve hate binçavkirin

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar.

Navenda Nûçeyan – Pêla girtin û binçavkirina welatiyên Kurd  ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê  bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakvana Kurd a bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye binçavkirin û ti agahî jê nayê girtin.

Komeleyê diyarkir ku di sala 2019’an de dadgeha Îranê bi tometa ‘çalakiyên li dijî ewlehiya nîştimanî û hevkariya li gel muxalefeta Îranê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê biriye.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, di sala borî de (2024) zêdetirî 586 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin 30 ji wan jin in.