Kongra Star êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Kongra Star a Eyn Îsa bi daxuyaniyekê bombebarana artêşa Tirk a li ser gundê El Cemas ê Eyn Îsayê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku dawî li sûcên pêk tên bînin.

Navenda Nûçeyan – Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongra Star Hedla Hec Muslim ve li ber Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a navenda bajêr bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

"Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombebarana li ser gund, malên sivîlan û cihên jiyanê, rojane dibin sedema şehîdûn û birîndarbûna sivîlan. Em bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku van tawanan bi belge bikin û pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî bikin da ku berpirsên wan bêne darizandin." 

Duh artêşa Tirk  û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundê Şergirak ê dagirkirî, mala welatiyê bi navê Xalid El Hisên a li gundê El Cemas ê Eyn Îsayê yê topbaran kiribû û di encamê de 2 zarokên bi navê Asya Hemed El Hisên (12 salî), Ebdulrehman Îsmaîl El Hisên (6 mehî) şehîd bûn û Arec Xalid El Hisên (20 salî) birîndar bû.