Li Mexmûrê rêzeçalakiyên 8’ê Adarê didomin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo jin û xwendekarên amedeyî semîner hatin dayîn.

Mexmûr – Di 1’ê mehê de dibin pêşengtiya Meclisa Îştar li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn.

Îro jî di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ji bo jin û xwendekarên dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn semîner hatin dayîn. Semînera xwendekaran li dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Perwerdê Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Azadiya jinê ji bo civaka xaleke jênevegere’

Leyla Arzû Îlhan 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî jinên têkoşer pîroz kir û ev tişt got: “Jineke kole nikare pêşerojek azad bide afirandin. Jineke azad jî be sîstema desthilatdar çi bike nikare bi lîstokên xwe pêşeroja wê jinê tune bike. Ji bo wê azadiya jinê ji bo civaka xaleke jênevegere.”

‘Rêbertî azadiya jinê kêlî bi kêlî raçandiye’

Leyla Arzû Îlhan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna Rêber Apo ya ku hevaltiya rast bi jinan re dayî meşandin ku ev 50 salin têkoşînek li ser bingehê jina azad dikare civaka azad bide avakirin, dide. Bi vê yekê azadiya jinê kêlî bi kêlî raçandiye. Di 8’ê Adarê de Rêber Apo ji bo me jinan diyariyek ku em bikarin têkoşîna xwe ya azadiyê li ser wê bidin meşandin pêşkêşî me kiriye. Ango beriya 30 salan bîrdoziya rizgariya jin wek diyarî pêşkêşî jinan kir ku got pêwîste jin bikarin li hember sîstema desthilatdar xwe biparêze û rêxistin bike.”

Herwiha şev jî li Saziya Ciwanên Mexmûrê jî ji bo jinan semîner hat dayîn. Piştî semînerê jî sînevîzyona ku derbarê 8’ê Adarê de hatî amedekirin, hat temaşekirin.