17 rêxistinên mafê mirovan ji bo Werîşe û Pexşan bang kirin

Rêxistinên Mafê Mirovan bal kişand ser xeteriya li ser jiyana girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî û ev got: “Xeteriyek mezin heye ku cezayê bidarvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bên bicihanîn.”

Navenda Nûçeyan – 17 Rêxistinên Mafê Mirovan têkildarî cezayê darvekirinê yên li girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, nameyek ji bo Elmanya û Parlementoya Elmanya û Rêxistinên MAfê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kiriye.

Di nameyê de bal kişandiye ser xeteriya bicihanîna cezayê darvekirinê yên li girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatine birîn û ev hate gotin: “Daxwaz li Elmanya, Parlementoya Ewropa û Saziyên Mafê Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî dikin xwedî helwest bin ji bo rizgarkirina herdu girtiyên siyasî. Werîşe û Pexşan ji bo parastina mafê mirovan kar kirine, bi hincetên bê bingeh cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Ev ceza tê wateya binpêkirina mafên esasî yên mirovan. Îran bi rengekî sîstematîk cezayê bidarvekirinê ji bo serkutkirin bikar tine. Daxwaz ji civaka sivîl a Îranê dikin ku piştgirî bidin bangên tên kirin, dijî stemkariya Îranê xwedî helwest bin.”