Dayîka Aştiyê li Meclisê bang kir: Em mil bi mil vê pêvajoyê rêve bibin

Dayîka Aştiyê Tenzîle Baydar di Civîna Koma Jinan a Meclîsa DEM Partiyê de axivî banga xwedîderketina li pêvajoyê li hemû kesê kir û got: “Em soz didin birêz Ocalan. Dayîkên Aştiyê jî wê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

Enqere – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Meclisê civîna Koma Jinan li darxist.

Di civîna Koma Jinan de, Dayîka Aştiyê Tenzîle Baydar mafê axaftinê girt. Di axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev pêvajo firsendek girîng e. 

‘Wê Dayîkên Aştiyê berpirsyarî bigrin ser xwe’

Tenzîle Baydar îfadekir ku ku wê Dayîkên Aştiyê divê pêvajoyê de çi ji destê were bike û wiha got: “Em jî soz didin Birêz Ocalan.  Dayîkên Aştiyê wê destê xwe têxin bin vê berpirsyariyê, weke her carê ji bo vê aştiyê jî em ji her tiştî re amade ne. Birêz Erdogan û Bahçelî destên xwe dirêj kirin. Em spasiya wan  dikin. Hêviyên me zêde ne. Em wek dayîk êdî naxwazin zarokên xwe têxin nav torbe û kartonan û wan bixin hembêza xwe. Ez bang dayîkên leşkeran dikim; em hemû dayîk in. Dayîka gêrîla dayîk e, dayîka leşker dayîk e, dayîka polis jî dayîk e. Ên ku êşê dikişinin dayîk in. Ev fersend ketiye destên me. Birêz Ocalan pêvajoya aştiyê îlan kir. Ez li vêderê bang li dayîkên leşkeran dikim; werim em dest bidin hevdû û vê pêvajoyê em rêve bibin. Birastî gelek pêwîstiya me bi aştiyê heye. Dayîkan gelek êş kişandine. Her dayîkek zarokên wan di girtîgehan de ne an jî di bin axê de ne. Zarokên me jiyana xwe ji dest dan, dayîkên leşkeran ji bo zarokên xwe karibûn taziyê daynin, lê me nekarî taziye jî daynin. Wan dayikan êşa xwe di nava xwe de jiya. Nikaribûn bibêjin zaroka min jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê ev pêvajo ji bo me gelek girîng e.”

‘Em ê tu carî ji bo aştiyê bêdeng nemînin’

Tenzîle Baydat diyarkir ku ew xwedî li pêvajoyê derdikevin û got: “Welatê me welatekî pir xweş e. Bila xwîn nerije. Dayîkên leşker û polîsan werin, werin em bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin. Em dayîk vê dixwazin. Em ê tu carî ji bo aştiyê bêdeng nemînin. Me êşên mezin jiya. Lê dema hûn dibêjin aştî, hemû Dayîkên Aştiyê li ser piyan in. Ji bo 8'ê Adarê jî spasiya Birêz Ocalan dikim.”