Li Mexmûrê rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bênavber didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, pêşbirka cil dirûtinê ya ku di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de ji aliyê Weqfa Jinê ve hatibû destpêkirin, bi şahiyek dawî bû. Jinên ku di pêşbirkê de pile girtin û yên beşdarbûn xelat wergirtin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku di 1’ê Adarê de dibin pêşengtiya Meclisa Îştar bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê hatibû dayîn, didome.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, Weqfa Jin a Mexmûrê pêşbirkek a dirûtina cilan dabû destpêkirin û hêjmarek zêde jin beşdarê pêşbirkê bibûn. Îro pêşbirk, bi şahiyek dawî bû. Di şahiyê de hemû jinên ku beşdarî pêşbirkê bûne berhemên xwe pêşkêşkirin. Her wiha jinên ku di pêşbirkê de pile girtin û yên beşdarbûn xelat wergirtin. Şahî btevlîbûna jinan li Weqfa Jin a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Mamosteya Weqfa Jin Xurbet Îşlek axivî.

Xurbet Îşlek, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahî jinan pîrozkir û wiha axivî: “Em vê rojê di serî de li şehîdên têkoşîna azadiyê, li mimarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azad’ Rêber Apo pîroz dikin û tevahî jinên pêşeng bibîrtînin. Wek Weqfa Jin armanca çalakiya me bi boneya 8’ê Adarê bi rêya dûrinxaneyê ked û hêza jinan eşkere bikin. Em spasiya hemû jinên beşdarî pêşbirkêbûne dikin.

Piştî axaftinê, Koma Meryemxan bi kîlamên xwe reng da şahiyê. Piştî dengbêjiyê, jinên ku di pêşbirkê de pile girtin, yên beşdarbûne û jûriyên pêşbirkê xelat wergirtin.

Şahî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.