Li Hesekê komxebata jinên ciwan: Têkoşîna me didome
Jinên Ciwan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi dirûşma “Bi hevgirtina Jinên Ciwan yên Sûriyeyê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi boneya 8’ê Adarê komxebatek hat lidarxistin. Jinên ciwan diyarkirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.

Hesekê – Platforma rêzeçalakiyên hevpar ên rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26 Sibatê de bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe ragihandibû. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de îro di bin dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinên Ciwan yên Sûriyeyê em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Sûriya Demokratîk komxebatek li darxist.
Komxebat li xwaringeha Semerqend a taxa Til Hecer hate li dar xistin. Bi dehan jinên Ciwan ên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Di komxebatê de mijarên bi sernavê ‘zehmetî û tekoşîna jin di dîrokê de’ û ‘Tecrubeya jinên ciwan li Bakûr û Rojhilatê Sûrî’ hatin nîqaşkirin.
‘Divê em têkoşîna xwe mezin bikin’
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Lîna Dahir axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê di bilindkirina asta tekoşîna rêxistinên jinan li dijî zilim û zihniyeta paşverûtiyê xalek bingehîn e. Jinên ciwan di şoreşa Rojava de rola xwe di hemû qadan de girt û bû mînak. Ev qonaxa ku em têde derbas dibin pir girîng û hesas e, ji bo em karibin bibin bersiv divê em wek jinên ciwan rêxistinbûyîna xwe berfirehtir bikin û xwe bighînin her jinek li Sûriye.”
‘Şikandina qeyd û bendên civakî gaveke sereke bû’
Piştre mijara yekem a bi senavê ‘zehmetî û tekoşîna jinê di dîrokê de’ ji aliyê Endama Mekteba ciwanan a partiya Weten ya Sûriyeyê Esma Mele ve hate dayîn û wiha got: “Ev 5 hezar salin zihniyeta paşverû a mê xwe li ser civakê ferz kiriye û bi gelek rê û rêbazan ciwan kirine hedef, ji ber ku jinên Ciwan bingeha pêşxistina civakê ye. Di şoreşa Rojava de jin rastî gelek zehmetî hatin. Lê karîn sînorên zîhnyeta paşverû ya mêr derbaz bikin û gelek deskeftî hatin bidestxistin û bi rêxistinbûyîn û hevgirtina jinên ciwan li Sûriyeyê wê deskeftiyên şoreşê berfirehtir bike.”
‘Jin li dijî her cûrê êrîşan têdikoşe’
Mijara duyemîn a bi sernavê ‘Tecrubeya jinên ciwan di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê’ ji aliyê Rêveberiya Mekteba Jinên Ciwan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Nadiya Yûsif ve hate birêvebirin. Nadiya Yûsif wiha got: “Rola jin di parastin û pêşxistina mirovahiyê ji kiryarên dir mirovî esas e. Lê piştî derketina sîstemên desthilatdar jin bû koleya berjewendiyên dewletên desthiltdar û yek netew û jin rastî hemû curên tundiyê hatin û heta roja îro jî dom dike. Jinê li dijî pêşengtî kir û guhertina hişmendiya mêr ji bo xwe weke erkek sereke dît ku civaka xwe ji hişmendiyên tarî xilas bike. Piştî hilweşandina rêjîma Baas ku bi tekoşîna jinan a bi salan pêk hat, îro hikûmeta demkî rola jinan red dike, hebûna jinên ciwan di destûra Sûriyeyê de yek ji qonaxên herî girîng di pêşxistina Sûriyeyê de nas nake. Em wekî jinên ciwan tecrubeya me ya li Bakûr û Rohilatê Sûriyeyê pêk hat divê li tevahî Sûriyeyê pêk were da ku em ji pêvajoyê re bibin bersîv û bikarin Sûriyeyek nû bidin ava kirin. Divê em li tevahî Sûriyeyê komxebat li dar bixin û felsefeya xwe bi gelê Sûriyeyê bidin nasîn da ku em bikaribin li dijî kiryarên beramberî jinên Sûriyeyê bisekinin û jinan birêxistin bikin.”
Komxebat bi niqaşên li ser girîngiya hebûna jinên ciwan di destûra Sûriyeyê de dewam kir.
‘Divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin’
Piştî nîqaşan komxebat bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dîrokê de jin rastî gelek zehmetiyên ku azadiya wan asteng dike hatin. Di heman demê de şerê ku li Sûriyeyê qewimî herî zêde bandor li jinan kir û zehmetiyê wan zêdetir bûn û ew rastî koçberî, dagirkerî , destdirêjî û qetilkirin hatin. Li beramberî van pilanan xeta tekoşîn û berxwedanê ya ku bingeha xwe ji 8’ê adarê digre jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê serî hilda û tekoşîna xwe ya dîrokî bi îsrar dom kir. Îro jî ji bo li beramberî vê pêvajoyê bibi bersîv û tunebûnê jinan asta xwe ya rêxistinbûyînê xurtir dikin .
Li ser vê binghê encamê ku ji komxebatê derket ev e:
“*Ji bo pêşxistina hişmendiyê li ser asta Sûriyeyê semîner werin li darxistin.
*Têkliyê di navbera ciwanan li tevahî Sûriyeyê de were xurtkirin û danasîna dîroka jin were kirin.
*Rola jin di nîvsandina destûra Sûriyeyê de were esasgirtin.
*Rol û pêşxistina jinan di qada siyasî de.”
Komxebat bi dirûşmeyan bi dawî bû.