Li Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê şitlên daran û nergîs hatin çandin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de endamên jin ên şaredariyê şitlên daran û nergîs çandin.

Mexmûr – Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê, di 1’ê Adarê de bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê da.

Îro dane sibê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de endamên jin ên şaredariya Mexmûrê şitlên daran û nergîs çandin.