Li Koye stranbêjek ku ji malbatek hunerhez derketiye: Xelat Xalid
Qonaxên têkoşîna hunerî ji bo Xelat Xalid Dilêr zû bi dawî bû, lê dengê wê yê resen hîn jî di hişê piraniya kesan de deng vedide.
ŞILÊR KOYE
Koye – Di dîroka gelê Kurd de, huner her tim bûye zimanê êş, evîn û berxwedanê. Di nav navên ku şopa xwe di dîroka huner û stranên gelêrî yên Kurdî de hiştine, hunermend Xelat Xalid Dilêr xwedî cihek girîng e. Di demek hestiyar de dest bi karê hunerî kir û bi dengê xwe yê xurt û resen şopa xwe hişt. Di vê raporê de, em qonaxên jiyana û têkoşîna wê ya hunerî, her wiha astengiyên ku rastî hatiye, radixin ber çavan.
Destpêk û bandora malbatê
Hunermend Xelat Xalid Dilêr bi piştgiriya bavê xwe, karîbû li ser heman rêyê berdewam bike û di salên 1980’yî de jêhatîbûnên xwe bipêş bixe. Xelat Xalid Dilêr gelek berhemên hêja pêşkêşî arşîva hunera Kurdî kiriye. Xelat Xalid di salên 1980’yî de dest bi karê hunerê kir. Di nav malbatek hunerî û wêjeyî de mezin bû. Bavê wî gotinnivîs, helbestvan, wêjevan û stranbêj bû û di temenê wê yê biçûk de ew teşwîq kir ku bikeve cîhana huner û stranbêjiyê.
Rêya hunerî ya Xelat Xalid Dilêr bê astengî nebû, Di dema rejîma berê de, ji ber şert û mercên siyasî û civakî, berhemên wê bi hêsanî nehatin weşandin an jî destûra wan nehat dayîn. Di qonaxekê de, sitrana navdar a ‘Bihar e’ xwedî cihekî neteweyî bû. Vê yekê jî hişt ku ew rastî astengî û sînordarkirinan bê. Tevî hemû astengî û zehmetiyan, dest ji kar berneda û xizmeta huner û resenîtiya Kurdî domand.
‘Strana min hate qedexekirin’
Yekem strana Xelat Xalid Dilêr ‘Bihar e Bihar e’ bû û ji aliyê hikûmeta Beasê ve hat qedexekirin. Xelat Xalid Dilêr, derbarê destpêka karê xwe yê hunerî de ji ajansa me re axivî û got: “Ez niha li Silêmaniyê dijîm. Di destpêka karê hunerî de, bavê min stranek bi navê ‘Bihar e Bihar e’ da min. Me dixwest em wê bi mamoste Enwer Qeredaxî re tomar bikin, lê hikûmeta wê demê ew stran qebul nekir. Di destpêka salên 1980’an de, di dema şerê Iraq û Îranê de, me strana ‘Bihar e Bihar e’ bi Koma Zarokan a Bêxwedî re tomar kir. Sedema qedexeyê ji ber bavê min ew helbest nivîsandibû û sedema duyem jî ew bû ku ji bo dema ‘aşbetal’ hatibû nivîsandin. Hikûmetê fêhm kir ku armanc ne bihar e, aşbetale. Lê bi şerê Îran û Iraqê re rewş guherî, paşê di televizyona Kerkûkê de hat weşandin.”
‘Min stran li ser dikê gotiye’
Xelat Xalid Dilêr da zanîn ku di dawiya salên 1980’yê de, strana ‘Ay Qumrî’ bi Koma Kerkûkê re hatiye amadekirin û wiha got: “Bavê min û Şewket Reşîd di koroya de bûn, strana Ay Qamrî ji bo Agrîman tomar kir. Du stranên min ên din hene, yek bi Koma Zarokan a Bêxwedî re, yek jî li ser dikê bû. Ez çend caran di Mîhrîcana Tayer Tawfiq de derketim ser dikê û di piraniya mîhrîcanan de min strana ‘Ejîn Ejîn’ li ser dikê gotiye. Lê ew nehatiye tomarkirin. Ez nizanim ka ji aliyê hinek kesan ve hatiye tomarkirin an na, lê min ew nedîtiye. Min tenê li ser dikê strana ‘Em ber bi aştiyê ve dijîn, em ber bi azadiyê ve dijîn’ gotiye.”
‘Bavê min ez teşwîq kirim’
Xelat Xalid Dilêr got ku bavê wê gotinnivîskar, wêjevan û helbestvan bûye û wiha got: “Dengê bavê min xweş bû. Ew distira, ji ber ji zarokatiya min ve hewl dida bi min re be. Wî digot ku dengekî min ê xweş heye û alîkariya min dikir ku ez li ser wê rêya ku min di 8 saliya xwe de dest pê kiribû, berdewam bikim.”
‘Stranbêjî baş e û jêhatîbûna me heye’
Xelat Xalid Dilêr têkildarî sedemên dawîanîna stranbêjiyê wiha anî ziman: “Di salên 90’î de, ango di 1992 û 1993’yan de, her kesî stran digotin û rewş normal bû. Her tiştî di nav hunerê de cih digirt. Min dev ji stranbêjiyê berda û min stran negot. Stranbêjên me yên baş hene û ew gelekî jêhatî ne.”
Xelat Xalid Dilêr di dawiya axaftina xwe ya derbarê strana ‘Qumrî’ de ku tê gotin ji bo dayîka xwe gotiye wiha got: “Rast e, navê dayîka min Qumrî bû, lê ew di sala 1958’an de ji aliyê bavê min ve hatibû nivîsandin. Bavê min ew ji bo kevoka Qumrî nivîsandibû.”