‘Ger dewleta Tirk naxwaze hilweşe, divê bi Rêber Ocalan re rûne û li hev bike’

Şêwirmenda PYD’ê ya bajarê Kobanê girêdayî salvegera komploya 9’ê Cotmehê got: “Rêber Apo û gel tu carî dest ji hev bernadin. Ji bo vê jî em ê bi têkoşîn û hêzeke hevpar komployê ji bînî ve hilweşînin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navdewletî destpê kir ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina wî re şekil girt.

Rêber Abdullah Ocalan ku bi armanca vejîna hebûna Kurd bi sedsalan hatibû tunekirin û qikirin, di salên 1979’an de dest bi xebata xwe bi rengekî fermî kir. Ji ber vê jî bû armanca hêzên hegemon û desthilatdar ku bi hevbeşî komployeke navdewletî destpê kirin û herî dawî radestî dewleta Tirk hat kirin. Ocalan ku 27 sal bênavber di nava pergaleke îşkence û tecrîdê de jiyaye, herî dawî di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk derket pêşberî dewleta Tirk, gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê.

Bi boneya 28’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê, şêwermenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zelal Dêrîk bi hevpeyvîneke taybet bersiva pirsên ajansa me da.

 Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kompolyeke navdewletî destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina wî re pêk hat. Hûn vê komployê di hemû warên wê de çawa dinirxînin û gelo beriya vê komploya eşkere, amadekarî û planên çawa pêk hatin?

Şoreş û serhildanên Kurdan ku pêk hatin her dem rûbirûyê komployan hatin û armanca wan jî ew bû ku vîn û helwesta gelê Kurd binpê bikin û nebin xwedî statû. Gelek komplo gihîştin armanca xwe lê bi taybetî di kesayeta Rêber Apo û komploya ku li hemberî wî bi pêş ket ev yek çênebû. Ez dixwazim di vir de tiştekî jî zelal bikim, komployê 9’ê Cotmehê destpê nekir. Ev komplo ji gava yekem a ku Rêber Apo avêt ve destpê kir. D sala 1979’an de dema ku şoreşa îslamî li Îranê destpê kir, êrîş li ser sefareta Brîtanyayê jî pêk hat. Di wê êrîşê de belgeyên wiha tên girtin ku di nav de tê gotin li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê rêxistineke Kurdan hatiye avakirin û divê ev rêxistin were tunekirin. Ji bo vê jî plan ji wê salê de destpê kir ku bi girtin û şehadeta gelek hevalan her wiha bi rê û rêbazên cuda ket meriyetê. Di dawiyê de dewleta Tirk û di serî de Brîtanya, Fransa û Îsraîlê gihîştin wê baweriya ku divê Rêber Apo were girtin.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de ev komploya navdewletî destpê kir. Heta Rêber Apo wê demê hîs kir û fam kir ku planeke li ser wî tê meşandin. Ji bo vê jî gel û partî ji bo pêvajoyeke nediyar amade kir ku gelek civîn hatin birêxistinkirin her wiha gelek axaftin li ser televîzyonê kirin. Wê demê ew hêzên hegemon hemû sînorên Sûriyeyê girtibûn û amadekariya topbarana 3 cihên cuda kiribûn. Rêbertî bi rengekî fermî ji Sûriyeyê derdikeve û bi dengdana piraniya parlamenterên Yunan fermî tê vexwendin û ji Sûriyeyê êdî derdikeve. Bêguman ew vexwendin û gerên ku li gelek welatan çêbûn, parçeyek ji komployê bûn û hemû jî plankirî bûn. Rêber Apo di vî warî de dibêje ku meşa wî ya ji 9’ê Cotmehê û heta 15’ê Sibatê weke meşa gelê Cihû yên di trênê de hatin qetilkirin bû. Bê gûman helwest û sekina Rêber Apo jî gelek bandor kir, ne wisa be dikarbûn hîn zûtir plana xwe bicih anîbûna. Welatên ku Rêbertî tê re derbas bû, weke Yunan ku welatî bê demokrasi ye û gelek însanên mezin tê de hatin kuştin her wiha Rûsya ku navenda pêkhatina şoreşa Sovyetê û tunebûna wê, Îtalya ku serok dibêje ez weke hezretî Îsa bi çarmixan bi darve kirin û herî dawî li Kenyayê welatê goştê mirovan lê hatiye xwarin.

We komplo bi hemû aliyên wê ve şirove kir, di vir de mirov vê dipirse. Gelo hêza Rêber Ocalan ev komplo çawa veguherand?

Ya girîng em vê binirxînin, ev komplo heta kîjan astê gihîşt armanca xwe? 15’ê Sibatê hem rojeke reş e û di aliyekî din de jî rojeke dîrokî ye. Di vê rojê de rêberê şoreşa Kupa Che Gueara tê girtin her wiha herî dawî jî girtina Rêber Apo pêk tê. Ji bo vê jî hilbijartina vê rojê ne bûyereke ji rêzê ye, xwestin peyameke girîng bidin gelê Kurd û tevgera wê. Li hemberî Rêber Apo hemû rêbazên îşkence û tundiyê hatin bikaranîn û dîsa jî vîna wî lawaz nebû. Berovajî wê, bi felsefeya neteweya demokratîk, azadiya jin û civakeke azad ew pêvajo guhert û têkoşîn mezintir kir. Rast e Rêber Apo fîzîkî ne li gel me ye lê di fikir û baweriyê de her dem di nava me de jiyan. Ji bo vê bila tu kes nefikire ku em û Rêbertî ji hev hatin qutkirin. Ev doz, girêdan û bawerî mezintir bû, sînorên Kurdistanê jî derbas kir lewre jî ger ev welatên komploger zanebûna wê pirsgirêka Kurd bi şêwazekî din çareser bikirana. Xwestin doza gelê Kurd teng bikin û tune bikin lê mezin û dorfirehtir bû. Ji bo vê jî tengezariya ev hêzên komploger her dem xuya kiriye ku komplo li hemberî wan vegeriya.

Piştî 27 salan Ocalan bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derket pêşberî hemû cîhanê û destpêka serdemeke nû ragihand. Lê em dixwazin piştperdeya vê bangê bipirsin?

Eger em di roja îro de komployê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li hev binirxînin em dikarin gelek tiştan bibêjin. Dema ku hêzên komploger fam kirin ev pêvajo bi riya girtin, îşkence û tecrîdê bi ser nakeve, neçar man serî li rêbazên cuda bidin. Ev gav jî ne ji bo rêber û gelê Kurd bû, dîsa jî li berjewendiyên xwe geriyan. Dema ku Şerê Îranê dest pê kir, Baxçelî bi xwe got ku piştî wê Tirkiye ye. Rêber Apo têkildarî van rewşan name ji bo welatên ku Kurdistanê dagir kirine şand û teqez kir ku ger pirsgirêka Kurd çareser nekin wê felaketên mezin bijîn. Ji bo vê jî Rêber Apo dibêje ku min hîşt dîrok bi xwe biaxive, Baxçeliyê ku biryara darvekirina Rêber Apo di destê wî de bû bi xwe daxwaza ji Rêber Apo kir. Ev pêşdeçûn û guhertinên di siyaset wan de ne ji bo me ye, lê ji bo ku ew xwe ji felekatên heyî biparêzin. Lê dîsa jî em dibînin ku pêvajoyê dereng dikin û li gor tê xwestin gavan navêjin.

Di ser komploya 9’ê Cotmehê re 28 sal diborin û niha jî qaşo pêvajoyeke lihevkirin û aştiyê heye. Di vî warî de peyamên we çi ne û pêwîst e pêçveçûn di asteke çawa de pêk were?

Dema ku em dibêjin komploya li hemberî rêber Apo bêguman di vî warî de, hêzên komloger û em jî weke şexsekî yan jî partiyekê Rêber Apo nagirin dest. Her kes dizane heta rewşa wî neyê çaresekirin, pirsgirêka Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî çareser nabin. Ji bo vê jî danîna çekan di rewşeke wiha de dibe ku ne xwedî bandor be, ji ber heta çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêveberiya Serok pêk neyê em nikarin behsa pêvajoyeke serkeftî bikin. Em dibînin pêvajo gelek caran tê lewazkirin, her wiha em dibînin Erdogan Îsraîlê bi me tehdît dike û Îsraîl bi riya me gefan li Tirkiyeyê dixwe. Rêber Apo van hemû tiştan dizane, ji bo vê jî dema em dibêjin pirsgirêka Kurd em tenê di neteweya Kurd e sînordar nakin. Berovajî wê, heta ku pirsgirêka gelê Kurd çareser nebe netew û welatên din nikarin rehet bijîn.

Tiştekî ku Rêber Apo û em winda bikin tune ye, 27 salên komployên bi dawî dibin û em derbasî ya 28’an dibin. Rêbertî xwe fedayî gel kiriye û tevgera Kurd jî li ser heman felsefeyê mezin bûye û xwe feda kiriye. Ji bo vê eger dewleta tirk naxwaze hilweşe divê li gel Rêber Apo rûne û lihev bikin. Bila ev welatên komploger bizanbin, me nehîşt ku komplo biserbikeve. Gelê Kurd jî heta dawiyê bi rêberê xwe ve girêdayî ye, me di şert û mercên herî dijwar de soz da ku em têkoşînê bernedin. Baweriya me heye ku pêvajo bi serkeftinê tacîdar bibe, lê dewlet dereng dike ku hinek berjewendiyên xwe bicih bîne û destên me lewaz bike. Lê peyama me ev e, Rêber Apo û gel tu carî dest ji hev bernadin. Têkoşîna me jî ewe ku em komployê ji bînî ve hilweşînin û têkoşîna xwe dewam bikin.”