Şandeya jinan ya DEM partiyê li Rojavayê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir

Îro, şandeya jinan ya ji Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên qada rêveberiyên xwecihî yên Partiya DEM’ê pêk tê, bi Îlham Ehmed û Cîhan Hesam re hevdîtin pêk anîn.

Qamişlo – Duh, şandeyek jinan ji Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên qada rêveberiyên xwecihî yên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk tên, gihîştibûn Rojavayê Kurdistanê.

Şandeya DEM-Partiyê ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr, Hevşaredara Yenîşehîrê (Naçeya Amed) Safîyê Akdag, Hevşaredara Farqînê (Navçeya Amed) Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr û Endama Komîsyona Dîplomasiyê Ruken Demîrer, pêk tê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev yekem car e şandeyek jinan ji rêveberiyên xwecihî yên Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibin.

Şandeyê îro bi siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed û Rêvebera Herêma Qamişlo Cîhan Hesam re hevdîtin pêk anî. Her du civînên hatin lidar xistin, li pêşiya çapemeniyê jî girtîbûn.

Şandeyê wêneyek ji gulên xwezayî hatibû çêkirin, diyarî Îlham Ehmed kirin.

Paşê li avahiya Herêma Qamişloyê û piştî civîna girtî a di navbera Cîhan Hesam û şandeyê de, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn.

Cîhan Hesan di destpêkê de kêfxweşiya xwe bi hatina hevşaredaran ji Bakurê Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman û silavên xwe bo şaredariyên bajarên Bakur re şand û got ku: “Kêfxweşî û coşa we bi mere parve kirî, em jî dûbare bi gelê xwe re parve dikin.”

Paşê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr der barê armanca hatina xwe ya Rojava de axivî.

‘Em bi kelecanin ku îro mêvanên Rojavayê Kurdistanê ne’

Devrîm Demîr got ku ew îro pir kelecanin ji ber ku bûne mêvanên Rojavayê Kurdistanê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em di deriyê sînorî yê Girê Spî re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro me dest bi hevdîtinên xwe kirin. Em ê biqasî çend rojan taybet di qada rêveberiyên xwecihî de, şaredarî û saziyên civakî re hevdîtinên xwe dewam bikin. Li gel kêfxweşiya ku em dijîn, em bi mereq in ku modela rêveberiyên xwecihî ya li Rojavayê Kurdistanê nas bikin û bizanibin ka bi rê û rêbazek çawa rêveberên xwecihî xwe birêxistin dikin. Wekî hemû cîhanê, çavên me jî li Rojava bû bi geşedanên ku çêbûn û geşedanên siyasî yên nû pêşketin re ku bi pêvajoya entegrasyonê re rêve diçe, ka çawa pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û saziyên wê xwe çawa birêxistin dikin. Veguherînek çawa di makanîzmeya xwerêxistinkirin û xwerêvebirinê de ava bûye, ev hemû cihê mereqê bûn ji bo me.”

'Nasîn rê li ber hevkariyê û projeyên hevpar vedike'

Devrîm di dewama axaftina xwe de da diyar kirin ku: “Em hewl didin bi hevdîtinên xwe pirsên xwe bigihînin bersivan, hewl didin nas bikin da ku em bikaribin û bizanibin ji niha û şûnde di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û taybet di qada rêveberiyên xwecihî de, çawa bikarin hevkariyê bikin, xebatên hevpar, projeyên hevpar em bikaribin li ser kîjan pêdiviyê û bingehê bi hev re bimeşînin. Ji bo wê ev hatin û naskirina makanîzmeya rêvebirinê û naskirina naveroka saziyan ji bo me girîng e. Çimkî ev nasîn wê rê ji bo me veke û nîşan bidin ka em çawa dikarin xebatek hevpar bimeşînin.”

Tecrûbeyên Rojava ji bo Bakurê Kurdistanê gelek bi nirx û qîmet e

Devîrm da xuya kirin ku tecrûbeyên Rojava ji bo Bakurê Kurdistanê gelek bi nirx û qîmet e û wiha berdewam kir: “ Tecrûbeyek 25 salan a qada rêveberên xwecihî li Bakurê Kurdistanê heye ku dikare gelek hêzê bide qada rêveberiyên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê. Çimkî sîstem û pergalek hatiye rûniştandin heye. Ji ber şert û mercên şer dibe ew derfetên bingeha xebatên qada rêveberiyên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê li gorî xwestek û pêdiviyên civakî were birêxistin kirin, çênebûne. Lê îro bi pêvajoya nû re bi avakirina derfetên nû re em dikarin ji tecrûbeyên Bakurê Kurdistanê hêzê bidin Rojavayê Kurdistanê. Ku karibin vê binesaziyê ava bikin û şeklê qada rêveberiyên xwecihî were birêxistin kirin.”

'Ji bo hevkarî û hevbeşiyê vekirina  deriyên sînorî girîng e'

Devrîm tekez kir ku ew ê hevdîtinên xwe li Rojava dewam dikin û wiha kongreyê çapemeniyê bi dawî bû: “Em bi hêvî ne ku bisûdwergirtinek xurt vegerin Bakurê Kurdistanê. Em dixwazin di demek nêz de pêşwaziya Rojavayê Kurdistanê jî bikin li Başûr. Ji ber wê em bang li hemû aliyên berpirsiyar dikin ku deriyên sînoran bên vekirin, çûn û hatina Bakur hesantir bibe. Da ku di qada civakî de, rêveberiyên xwecihî û hemû qadên din yên jiyanê de hevkarî û hevbeşî bê avakirin, vekirina deriyên sînoran gelek girîng e.”

Hevdîtinên şandeyê wê li Rojavayê Kurdistanê bidomin.