Li Brezîlyayê bi hezaran xwendekar û dijberên rastgirên tundrew serî rakir

Li navenda Rio de Janeiro ya Brezîlyayê bi hezaran kes daketin kolanan, bi dirûşmên “Dîsa Bolsonaro nabe” û ji bo parastina perwerdehiya giştî, mafên civakî û demokrasiyê qêriyan.

Navenda Nûçeyan – Bi hezaran xwendekar û dijberên rastgirên tundrew, li navenda bajarê Rio de Janeiro daketin kolanan. Xwepêşandêran li dijî îhtîmala vegera tevgera siyasî ya malbata Bolsonaro ya bo ser desthilatê, li dijî rastgirên tundrew û ji bo piştgiriya demokrasî û mafên civakî, helwesta xwe nîşan dan.

Ev xwepêşandan piştî ku senatorê rastgir Flavio Bolsonaro yê kurê Jair Bolsonaro ye di tûra yekem a hilbijartinên serokatiyê yên Brezîlyayê de bi qasî ji sedî 47 dengan girt û bi ser ket, destpê kirin. Di heman demê de Luiz Inacio Lula da Silva bi qasî ji sedî 45’ê dengan girt û di rêza duyemîn de bi cih bû. Her du namzed dê di tûra duyemîn a 25'ê Cotmehê de bên diyarê hevdu.

Xwepêşander li navenda Rio de Janeiro meşiyan û dirûşmeyên wekî "Careke din Bolsonaro nabe" û parastina perwerdehiya giştî, mafên civakî û demokrasiyê qîriyan. Beşek girîng ji beşdaran xwendekar bûn û Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Brezîlyayî ragihand ku ew ê di rojên pêş de li bajarên din jî mîtîngên bi vî rengî li dar bixin.

Xwepêşanderan li dijî polîtîkayên aborî û civakî yên Bolsonaro hişyarî dan. Di dema rêveberiya Jair Bolsonaro ku ji 2019’an heta 2022’yan dom kir de, zanîngehên federal, bernameyên lêkolînê û bernameyên civakî û tenduristiyê bi kêmkirinan re rûbirû man û dijberên wî niha hişyariyê didin ku heke kurê wî bi ser bikeve, polîtîkayên wiha dubare nekin. Raporên ji xwepêşandanên dawî jî nîşan didin ku fikarên li ser kêmkirinên perwerdehiya giştî û xizmetên civakî di navenda sereke ya xwepêşandanan de bûne.

Serokê berê yê Brezîlyayê û serokê tevgera siyasî ya bi navê Bolsonarîzm Jair Bolsonaro di hilbijartinên 2026'an de namzed nabe û piştî ku bi sûcê hewldana têkbirina encamên hilbijartinên 2022'yan hate mehkûmkirin, cezayê girtîgehê distîne. Lê bandora siyasî ya malbata wî di hilbijartinên heyî de diyarker dimîne û Flavio Bolsonaro niha hewl dide ku mîrata siyasî ya bavê xwe vegerîne ser desthilatdariyê.

Xwepêşandanên Rio de Janeiro di demekê de tên ku hilbijartinên Brezîlyayê derbasî qonaxek diyarker dibin, pêşbaziya di navbera Lula û Flavio Bolsonaro de careke din civakê di navbera du meylên siyasî yên dijber de dabeş dike. Dijberên rastgir dibêjin ku vegera malbata Bolsonaro bo ser desthilatê dikare gefê li demokrasiyê, mafên civakî, perwerdehiya giştî û mafên kêmneteweyan bixwe.