Li Kelarê jinek di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.

Jinek li bajarokê Kelarê yê nêzîkî Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan -  Li Başûrê Kurdistanê rêjeya mirinên gumanbar di nav jinan de zêde dibe. Jin ne tenê ji aliyê mêran ve tên kuştin, lê di heman demê de ber bi xwekuştinê ve jî tên ajotin. Ev yek dihêle ku sûcdar ji ceza û encamên qanûnî birevin, di heman demê de van mirinên gumanbar wekî xwekuştin pêşkêş dikin.

Herî dawî, jinek ku di sala 2009’an de ji dayik bûye, di şert û mercên gumanbar de li taxa Şehîdan a bajarokê Kelarê yê li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Lêpirsîna bûyerê berdewam dike û encamên lêkolîna edlî jî tên payîn.