Şandeya dadgehê cezayê girtîgehê li 8 rojnamevanan birî

Di doza 11 nûçegihanên ajansa MA û JINNEWS’ê de şandeya dadgehê ji bo 3 rojnamevanan biryara beraetê da û cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 meh li 8 rojnamevanan birî.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên ajansa  MA  Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz,  Denîz Nazlim û stajyarê MA yê berê Mehmet Gunhan, nûçegihanên ajansa JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger  di 29’ê cotmeha 2022’an de hatibûn girtin û di 16’ê gulana 2023’an de hatibûn berdan. Danişîna biryarê ya rojnamevanan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzer amade bûn.

‘Divê îfadeyên şahidan ji dosyayê werin derxistin’

Parêzerê nûçegihana ajansa MA  Bêrîvan Altan, Resûl Temûr li dijî mutalaaya dozger a bi daxwaza cezakirinê parastin kir. Resûl Temûr, diyar kir ku dosya li ser agahiyên îstîxbarî hatiye vekirin û têkildarî vê di dosyayê de belge tune ne û tenê li ser îfadeyên şahidên nepen hatiye vekirin. Resûl Temûr, got ku lêpirsîn bi awayekî şaîbe hatiye vekirin, di pêvajoya darizandinê de tu delîl derneketine holê û hewldan heye ku bi riya îfadeyên şahidên nepen teşe bidin dosyayê. Resûl Temûr, anî ziman ku miwekîlên wî li ser nasnameya kurdî û rojnamegeriyê îfade daye û îfadeyên şahidên nepen tenê îftîra ne û ne gotinên bên piştrastkirin in û wiha got: “Hewldan heye ku van îfadeyan bi riya nûçeyên di ajansê de hatine parvekirin şênber bikin. Şahidên nepen û eşkere bi sedan îfade dane û wan îfadeyan tevan bînin hûn ê bibînin ku îfadeyên vala ne. Her wiha Huseyîn Durudenîz dibêje ku miwekîlên me nas nake. Kerem Gokalp jî di heman çarçoveyê de îfade daye. Divê ev îfadeye ji dosyayê bên derxistin.”

‘Di dosyayê de nêzî 60 nûçeyan hene’

Resûl Temûr, bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî nûçegihanên ajansa MA yên hatine girtin û got ku nûçeyên rexneyî ne, li xweşa desthilatê neçûne lewma doz hatiye vekirin.  Rojnamevan û nûçe hatine sansurkirin û wiha dom kir: “Tê îdiakirina ku miwekîlên me rojnameger nînin. Ev nayê qebûlkirin. Me hejmara nûçeyên ajansa MA çêkirine di dosyayê de pêşkeş kiribû. MA  heta wê demê herî kêm 110 hezar nûçe weşandibû û di dosyayê de nêzî 60 nûçeyan hene. Li ser gotina ‘qaşo rojnameger’ hewl didin miwekîlên me bêîtîbar bikin. Rêgezên Dadgeha Bilind danîne radixe ber çavan. Dozger dibêje ku nûçe li gorî ajandaya rêxistinê hatine çêkirin. Lê Dadgeha Bilind qala rastiyan dike. Dayîna agahiyên têkildarî rastiya şênber, ji bo çêkirina nûçeyê bes in.”

Daxwaza beraeta rojnamevanan kir

Resûl Temur bal kişand ser nûçeyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, asta ku tecrîd gihayê û anî ziman ku ev nûçeye jî rastiyê vedibêjin, destnîşan kir ku tecrîd hêj didome û xwest ku ji bo tevahiya rojnamevanan biryara beraetê were dayîn. 

Parêzer Hulya Yildirim jî bal kişand ser îfadeyên şahidê eşkere Ozgur Baran ên di dosyayê de û wiha got: “Dozger li şûna îfadeyên di danişînê de esas bigire, îfadeyên berê esas girtiye. Ev yek ji hêla hiqûqê ve mimkin nîne. Bêrîvan Altan di demên berê de jî rastî heman îfadeyên şahid hatiye, dosyaya wê li îstînafê ye û lewma rast nîne ku ji ber heman îfadeyan were darizandin. Berîvan Altan ji ber derketina derveyî welat ên eşkere û rewa tê sûcdarkirin. Ji ber îfadeyên vî şahidî dozeke li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê didome heye. Dadgehê biryar da ku gotinên şahid esas negirin û biryara beraetê da.” 

‘Govenda miwekîlê min di dosyayê de cih girt’

Parêzer Şevîn Kaya jî pirsa “Ev rojnameger çima hedef tên girtin?” kir û anî ziman ku derheqê miwekîlê wê Selman Gozelyuz de tu delîl nînin û got: “Miwekîlê min di geştekê de govend gerandiye û ev jî di dosyayê de cih girtiye. Şêweyê çêkirina nûçeyê ya miwekîlê wê weke sûc hatiye nişandan.” Şevîn Kaya, pirsa “Çêkirina nûçeya tecrîdê çima dibe sûc?” kir û diyar kir ku çêkirina şêweyê nûçeyê hedef tê girtin. Şevîn Kaya, bi bîrxist ku çapemeniya azad hedef tê girtin.

Parêzera Habîbe Eren, Ebrû Akkal jî got ku di îdianame û mutalaayê de çalakiyên tê îdiakirina miwekîla wê tev li bûye hatine rêzkirin lê di vê mijarê de tu delîl tune ne.  Ebrû Akkal, da zanîn ku Habîbe Eren li JINNEWS’ê dixebite lê tê îdiakirin ku nûçegihana ajansa MA ye. Ebrû Akkal, got ku di danişînê de li “K8Ç4B3L1T5” hatiye guhdarîkirin, ev kes li xwe mikûr hatiye ku ji bo dewletê dixebite û divê gotinên wî esas neyên girtin.

‘Ev nabe sûc’

Parêzera nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger, Çîgdem Kozan jî anî ziman ku miwekîla wê weke nûçegihana MA’yê hatiye nîşandan û got: “Ev agahî bi tena serê xwe nîşan dide bê ka ev dosya bi çi awayî hatiye amadekirin. Dibe ku ajans û rojname ji desthilatê cuda bifikirin. Ev nabe sûc. Îfadeyên şahidên nepen nîşan didin ku tu eleqeya ajansan bi rêxistinê re nîne.”

 ‘Rojnamevanî tên hedef girtin ‘

Parêzera Denîz Nazlim, Sîpan Cîzrelî jî anî ziman ku derheqê miwekîlê wê de tu delîlên şênber tune ne û bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen a “Berpirsyarê Enqereyê ye” û got ku Xwediyê Îmtîyazê yê MA Ferhat Çelîk dema weke şahid îfade dayî aniye ziman ku pozîsyoneke wiha di ajansê de nîne û armanc ew e ku rojnamegerî were îllegalîzekirin. Sîpan Cîzrelî, got ku rojnameger hedef tên girtin û daxwaza beraetê kir. 

‘Ma mirov nikare bi xwişk-birayê xwe re têkiliyan deyne?’

Parêzerê Midûra Karên Nivîsan a MA Dîren Yurtsever, Ozgur Erol jî bertek nîşanî pênaseya “birayê wê di nava rêxistinê de ye” da û bal kişand ser rêgeza “şexsîbûna sûc.” Ozgur Erol, anî ziman ku di îdianameyê de qala çalakiyan tê kirin lê tu agahî tune ne. Ozgur Erol, pirsa “Ev tê çi wateyê?” kir û da zanîn ku têkiliyên rojnameger Zemo Aggoz a di dosyayê de tê darizandin ên bi xwişk-birayê wê re jî hatiye îllegalîzekirin û ev pirs kir: “Ma mirov nikare bi xwişk-birayê xwe re têkiliyan deyne? Ma tu xebatên îllegal ên xwişk-birayê wê hene? Tune ne.” Ozgur Erol, bal kişand ser îfadeyên K8Ç4B3L1T5 û wiha got: “We çima di danişîna duyemîn de lê guhdarî nekir? Îfadeyên vî kesê ji hêla usulê ve jî bipirsgirêk in.”

Ozgur Erol, anî ziman ku şahidê eşkere Ozgur Baran li tu rojnamegeran guhdarî nekiriye, Ozgur Baran gef li ajansê xwariyê, di danişînê de li xwe mikûr hatiye û bi kesên li ajansê dixebitin re pirsgirêka wî hebû. Ozgur Erol, bi bîr xist ku Ozgur Baran piştre tevahiya îfadeyên xwe red kiriye û paşve kişandiye. Ozgur Erol, got ku weşandina bernameyên Yurtsever a di Medya Haberê de weke sûc hatiye nîşandan û got ku miwekîla wê ev bername ji bo şîrketa produksiyonê çêkirine.

Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo biryarê navber da.

Ceza li 8 rojnamevanan hate birîn

Piştî navberê biryar hate dayîn. Şandeya dadgehê ji bo rojnameger Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan biryara beraetê da. Şandeyê cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 meh li 8 rojnamevanan birî.