DFG: Em ê bi hev re rûmeta rojnamegeriyê biparêzin

DFG’ê der barê cezayên li rojnamegeran hatiye birîn da daxuyaniyek da û got: “Em bang li hemû rojnameger û rêxistinên rojnamegeran dikin ku li dijî biryarên darazê, helwest nîşan bidin. Em bi hev re rûmeta rojnamegeriyê biparêzin, bi hev re têbikoşin.”

Amed- Biryara danişîna doza ku nûçegihanên ajansa JINNEWS Habîbe Eren û Oznur Deger û Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên ajansa MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û rojnamevan Denîz Nazlim, Hakan Yalçin û Mehmer Gunhat jê dihatin darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Şandeya dadgehê der barê Habîbe, Ceylan û Mehmed de bi hinceta ‘der barê sûcan de tu belge nehatiye bidestxistin’ de biryara beraetê da. Şandeya dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bêrîvan, Selman, Dîren, Emrûllah, Hakan, Oznur, Denîz û Zemo birî.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) der barê biryara ceza de daxuyaniyek nivîskî da.

‘Dixwazin rojnamegerên Kurd bînin asteke wisa ku nikaribin karê xwe bikin’

DFG’ê di daxuyaniyê xwe de da zanîn ku desthilatdarî careke din bi destên darazê dixwaze rojnamegeran bêdeng bike û wiha got: “Bi taybetî dixwazin rojanmegerên Kurd bînin asta ku nikaribin karê xwe bikin. Nexwe ne pêkan e ku bi îfadeyên şahidek çêkirî û ji ber nûçeyên ku çêkirine der barê rojnamegeran de pênaseya 'endamtiya rêxistinê' bikin. Bi vê dozê peyama cezakirinê dide rojnamegerên ku li ser neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê disekinin û tînin rojevê. Em careke din diyar dikin ku bi vê cezayê dixwazin heqîqetê veşêrin dê rojnamegerî neyê darizandin. Em weke rojnamegerên Kurd ên ku 30 sal in li dijî bombebaran, qetilkirin û girtinê dest ji nivîsandina rastiyê bernedane dê li hemberî vê biryarê jî gavekî paşve navêjin. Em ê di her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin. Em bang li hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran dikin ku li dijî van biryarên darazê, helwest nîşan bidin. Em bi hev re rûmeta rojnamegeriyê biparêzin, bi hev re têbikoşin.”