Rojnamegara ku qetilkirina Nika Shakrami ragihand tê darizandin

Rojnameger Marzieh Mahmoudi bi hinceta der barê bûyera Nika Shakrami a beriya were qetilkirin rastî destdirêjiyê hatibû nûçeyek nû çekiriye ev cara 3’an ji bo îfadeyê tê gazîkirin.

 Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jina mînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî^" destpêkiribû. Di dema mûdexaleya li dijî serhildanê, Nika Shakarimi ji aliyê îstîxbarata Îranê destdirêjî lê tê kirin û piştre tê qetilkirin. Rojmaneger Marzieh Mahmoudi ji ber qetilkirina Nika Shakramikiriye nûçe ev 3 caran ji bo îfadeyê tê gazîkirin

Parêzerê rojnamevan Reza Shafakhah li ser hesaba xwe ya X’ê de der barê Marzieh Mahmoudi de parvekirin kir. Parêzer diyar kir ku Marzieh Mahmoudi ji ber nûçeyek nû ya heman mijarê di 13’ Tirmehê de cara 3’an were darizandin.

Marzieh Mahmoudi di çarçoveya dosyaya ku di meha Gulana îsal de ji aliyê 16’an Şaxa Lêkolînê ya Serdozgeriya Çand û Ragihandinê ve li dijî wê hatibû vekirin, ji bo îfadedayînê hatibû gazîkirin. Marzieh Mahmoudi a ku beriya niha ji ber rexne li daxuyaniyên parlamenterê berê Hemîd Rasayî yên li dijî serhildana şoreşê ya 17’ê Gulana 2023’an, kiribû ji aliyê dadgehê ve 30 milyon tûmen cezayê pere hatibû birîn û salekê sirgûnî bajarê Tûrbet Camê hat kirin.