DFG: Di meha Hezîranê de 55 rojnameger hatin darizandin

DFG’ê rapora meha Hezîranê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir. Li gorî raporê; 6 rojnameger rastî muameleya xirab hatine, şopandina nûçeyên 7 rojnamegeran hatiye astengkirin, 55 rojnameger hatine darizandin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Hezîranê aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, careke din pêkanîna tayînkirina qeyûman ketiye dewrê û ev tişt hat gotin: “Berteka li dijî qeyûm, weke li Wanê, li Colemêrgê jî di asta herî jor de hat nîşandan û veguherî berxwedaneke ku bi rojan berdewam kir. Polîsan mudaxeleyî çalakiyên demokratîk ên ku bi rojan berdewam dikirin, kirin. Di van mudaxeleyan de careke din rojnameger bi awayekî eşkere hatin hedefgirtin.”

‘Rojnamegerên ku çalakî dişopandin rastî tundiya polîsan hatin’

Di raporê de bal hat kişandin ku rojnamegerên çalakiyan dişopandin rastî tundiya polîsan hatine û wiha hat gotin:

“Xebatkarên çapemeniyê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku dîmen û wêneyan bikşînin. Polîsan rojnamegerên ku nûçe dişopandin bi mertalan dehf dan û derb kirin. Di van êrişan de rojnameger Newroz Reşîtoglû, birîndar bû wê rakirin nexweşxaneyê. Reşîtoglû ya ji mesafeyeke nêz ve bi reşandina ava şid re rûbirû ma, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket.  Li Enqere, Amed û Êlihê ku çalakiyên protestoyî hebûn, polîsan gelek caran êrişî rojnamegeran kirin û destûr nedan dîmenan bikşînin. Di vê pêvajoyê de polîsan êrişê 4 rojnamegeran kirin, muameleya xerab li 6 rojnamegeran kirin, gef li 8 rojnamegeran xwarin û destûr nedan ku 7 rojnameger dîmen bikşînin.”

‘Li ser dezgehên weşanê gef li rojnamegeran tên xwarin’

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi taybetî rêveberên MHP’î û li ser dezgehên weşanê yên MHP’ê bi awayekî aşkere gef li rojnamegeran hatiye xwarin û wiha hat gotin: “Di 21’ê Hezîrana 2024’an de rojnameya Turkgûnê di manşeta xwe de bi nivîsa îmzeya Kadîr Yildiz hatiye weşandin, ji ber nûçeya kuştina Sînan Ateş rojnameger Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglû hedef nîşan da. Dîsa hinek rêveberên MHP’ê moderetora bernameya ‘Kirmizi Çîzgî’ ya di Halk Tv’yê de tê weşandin Gozder Şeker û rojnameger Îbrahîm Kahvecî yê her dem di bernameyê de derdikeve hedef girtin û gef li wan xwarin. Rojnameger Mûrat Agirel ji aliyê kesên hatin heta mala wî ve gef lê hat xwarin.

Di raporê de bal hat kişandin ser polîtîkayên bêcezakirinê û ev tişt hat gotin: “Li girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoy ku 41 rojnameger lê tên girtin, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Esra Solîn Dal têkildarî mijarê serlêdan kir û giliyê berpirsyaran kir lê ev serlêdan bi biryara neşopandinê bi encam bû. Ev bû yek ji mînaka polîtîkaya bêcezakirinê. Di vê pêvajoya ku tecrîda girankirî berdewam dike de rêveberiya Girtîgeha Marmarayê bi hinceta 'qedexe' ne rojnameyên Evrensel û Bîrgunê nedan girtiyan.

 ‘Astengiya xwegihandina 2 hezar û 950 nûçeyan’

Di raporê de binpêkirinên mafan ên di meha Hezîranê de hatîn jiyîn wiha hatin rêzkirin: “4 rojnameger rastî êrişan hatin, rojnamegerek hat binçavkirin. 6 rojnameger rastî muameleya xirab hatin, gef li 8 rojnamegeran hat xwarin, şopandina nûçeyan ya 7 rojnamegeran hat astengkirin. Rojnamegerek li girtîgehê rastî binpêkirina mafan hat. Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn, der barê rojnamegerek de doz hat vekirin. Di nava meha Hezîranê de 39 dozên ku der barê 55 rojnamegeran de hatin vekirin, hat dîtin. Li girtîgehan 41 rojnameger hene. li ser 10 saziyên weşanê qedexeya weşanê, cezayê rawestandinê da 5 bernameyên televîzyonê. 4 malperên înternetê hatin girtin, 2 hezar û 150 car xwegihandina nûçeyan hat astengkirin.”