Li girtîgehên Tirkiyeyê di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen aşkera kir ku di sê mehên destpêka sala nû de li girtîgehan 6 jê bi guman bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Enqere – Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê mirina li girtîgehan li navenda giştî ya komeleya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endamên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan Nûray Çevîrmen daxuyanî da û diyar kir ku li 399 girtîgehên vekirî û girtî 349 hezar û 893 girtî hene û ji serê sala 2023’an vir ve 2 jê jin bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Nuray Çevîrmen destnîşan kir ku 4 girtiyan ji ber nexweşiyên bi wan re peyda bûne jiyana xwe ji dest dane û 4 girtî jî bi çekê hatine kuştin û 6 girtî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

‘Baweriya me bi ATK’ê nemaye’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî wiha got: “Duygu Koral bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Girtîgeha Kandirayê girtîgehek cihê sûc e. Berê jî Garîbe Gezer li wir jiyana xwe ji dest da. Gotin, ‘întihar kiriye’ lê dîmenên ku tundiya li Garîbeyê kiribûn nîşan didan ketin destên me. Der barê bûyerê de biryara neşopandinê hat dayîn. Gardiyan dibêjin ku Koral her dem êrişî gardiyanan kiriye. Gardiyanan gotiye, ‘me nikaribû deriyê Koral vekira. Derî ji hundir de kilîtkirî bû.’ Li tu girtîgehan tu deriyek ku ji paş ve bê dadan tune ye. Ev hemû agahiyên derew in. Di destên me de wêneyên bi guman hene. Em li benda rapora otopsiye ne. Em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin. Dibêjin ku ku xwe daliqandiye lê nabêjin çawa xwe daliqandiye. Hûn dizanin, ATK saziyeke dewletê ye. Lewma êdî baweriya me bi ATK’ê nemaye. Ji ber vê yekê em ê raporên serbixwe nîşanî saziyên serbixwe jî bidin. Em ê heta dawiyê vê dosyeyê bişopînin.”