Li Efgenîstanê di nav 4 rojan de 19 zarok hat kuştin

Li gor daneyên hatine tomarkirin li Efgenîstanê di nav 4 rojan de 19 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku li gor daneyên fermî di nav 4 rojan de di encama teqîna bermayiyên şer li Efgenîstanê 19 zarok jiyana xwe jidest dane.

Duho li Kunduzê dû zarokên ku bi guleyên bermahiyên şer dilîstin di encama teqîna guleyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya UNICEF’ê di 25’ê Gulanê de li Qebûl û Mezar-i Şerîf di encama êrişên ku li ser seyareyekî û mizgeftekî de hat pêkanîn 16 zarok hatine qetilkirin.

Hat ragihandin ku rojek beriya wê jî li bajarê Uruzganê di encama teqîna bermahiyên şer de zarokek din jiyana xwe ji dest dabû.