Li Dêrik û Amûdê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Dêrik û Amûdê agirê Newrozê bi awayak girseyî hate pêxistin û gel bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Navenda Nûçeyan- Li Dêrik û Amûdê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi coşek mezin bi pêxistian agir pîrozbahiya Newrozê destpêkir. Gel bi cil û bergên xwe yên gelerî bejdarî pîrozbahiyê bûn.

Dêrik

Li gundê Mamşor ê bajarê Dêrikê jî piştî dadana meşaleya Newrozê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku Newroz ji bo gelên ku ji zilmê xilas bûne, mîladek e. Rûken Ehmed anî ziman ku heta li tevahî civakan aştî pêk were û dawî li pergalên dijberî îradeya gelan were wê têkoşînê berdewam bikin.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telet Yûnis axivî û got: “Newroz azadî, aştî, geşkirina biratiya gelan û bidawîkirina dagirkeriyê ye. Li ser vî esasî banga xurtkirina têkoşînê li tevahî beşên civakê kir.”

Amûdê

Di şahiya li Amûdê de, şêniyên bajarok û gundên li dora navçeyê li qada gundê Çaxirbazar kom bûn û dest bi şahiya xwe kir. Piştî wê şêniyan li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî girîngiya Newrozê guhdar kir.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û têkoşîna li hember êrişên li dijî gelê herêmê û çiyayên Kurdistanê silav kir û got: "Ev têkoşîna berdewam, bersiva herî bi hêz li hemberî dagirkeran e. Divê em destkeftiyên şoreşê biparêzin ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin bi destxistin. Çirûska azadiyê wê her tim bilind be heta ku serkeftin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin."

Endamê PYD`ê Mihemed Ebdurehîm jî ev roj li tevahî gelên ku li hember siyasetên çewisandinê û dagirkera li ber xwe didin, pîroz kir.

Mihemed Ebdurehîm diyar kir ku fikrê Rêberê gelê Kurd  Abdullah Ocalan misogeriya çareserkirina aloziyên tevahî gelan e û bang li hevgirtin û yekitiyê kir ji bo ku komployên li dijî gelên berxwedêr têk biçin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bê bidestxistin.