Ji Newroza Şengalê peyama jinan: Em ê serî netewînin

Jînên Şengalê yên beşdarî pîrozbahiya Newroza bi coş a Şengalê bûn nêrînên xwe parve kirin.

Şengal – Cejna Newrozê ya li Geliyê Kersê ya Şengalê, bi peyamên berxwedanê û geşkirina agirê Newrozê dest pê kir. Jin bi cilên xwe yê gelerî reng dan qada Newrozê. Li qada Newrozê peyamên xurtkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat ser ziman.

Jinên beşdarî şahiya Newrozê bûn nêrînên xwe parve kirin. 

 ‘Tevî hemû êşan jî em Newroza xwe pîroz dikin’

Endama meclisa Borikê Welat Cano wiha got: “Îro em gelekî kêfxweş in, cejna Newrozê li hemû jinên cîhanê û li her kesê pîroz dikin. Em bi şahiya îro kêfxweş in û rojeke pîroz dibînin. Ji bo wê jî her kesê xwe xemilandiye. Newroz roja serhildan û berxwedanê ye. Em ê jî li ber xwe bidin û serî rakin. Dijmin çiqas êrîş bike û hewl bide me tune bike jî em ê li ber xwe bidin. Em ê Newroza xwe pîroz bikin, em bi sedan şehîdan jî bidin em ê pîroz bikin û serî rakin. Em ji şehîdan hêzê digrin ji bo wê jî em ê Newroza xwe û hemû rojên xwe yên girîng pîroz bikin. Bi hêviya ku ev Newroz bibe ya serkeftin û azadiyê. Ez Newrozê li Rêber Apo û gerîlayên serê çiya pîroz dikim.”

‘Bi hêviya ku sala li pêş em bi dîlgirtiyên xwe re Newrozê pîroz bikin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nûrê Şengalî jî ji me re axivî û hestên xwe yên ji bo pîrozkirina Newroza li Şengalê wiha anî ziman: “Newroz xweş e roja kombûn û civakbûnê ye û xweşahiya wê ew e ku di biharê de ye. Me weke civaka Êzidî beriya fermanê Newrozê pîroz nedikir. Lê niha em her sal pîroz dikin û hemû Êzidî derdikevin û bi hev re pîroz dikin. Em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û li hemû Êzidiyan û li keçên me yên ku êsîr in pîroz dikin. Bi hêviya ku di sala li pêşiya me de em keçên xwe yên êsîr di navbera xwe de bibînin û bi hev re pîroz bikin.”