Jinên li qada Newroza Amedê: Niha dema azadiyê ye

Jinên ku li qada Newroza Amedê bûn, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, bal kişandin ser yekitiya gelê Kurd û gotin ku dema azadî û aştiyê hatiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Newroza îsal ku bi şiara "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" di 15’ê Adarê de starta wê hat dayîn; fînal li Amedê pêk hat. Ji bo pîrozbahiya ku li parka Newrozê ya li Rezana Amedê hat lidarxistin, ji milyonek zêdetir mirov tevli bûn. Li qada Newrozê ya ku gel bi dirûşm daxwazên xwe dianîn ziman, bi coşa ciwanan mezin bû, jinan jî bi rengê berxwedanê û tilîliyan qadê xemilandin.

Jinên ku li qada Newrozê me mikrofonê dirêjî wan kir, daxwaza azadî û aştiyê kirin, anîn ziman ku ew ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bikin

‘Dê gelê Kurd bigihîje serkeftinê’

Emine Barut a ku em têkildarî Newrozê pê re axivîn diyar kir ku gelê Kurd her dem aliyê aştî û bihevrebûnê ye, tu carî şer û mirinê nexwestiye û got: “Divê li vî welatî êdî aştî çêbibe. Em wisa têkoşiyan e ku divê serkeftin êdî çêbibe. Bila deriyên girtîgehan vebin, bi hezaran zarokên me girtî ne. Divê mercên wan baş bibin. Ez ji bo van daxwazan hatim qada Newrozê. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em naxwazin dijminahiyê bi tu kesê re bikin. Tevî vê yekê jî yên dijberî me her dem serî li dijminahiyê didin lê ez ji bo gelê Kurd aştiyê dixwazim. Serkeftin dê ya me be. Min îro vê qadê dît, weka ku hemû cîhan bibe ya min kêfxweş im. Hem tevlibûn zêde ye hem jî ji her temenî û her rengî mirov li vê derê hene. Kêfxweşî û baxtewariya min duqat zêde bû. Em ji bo daxwazên xwe bînin ziman hatin vê derê.”

‘Bila dijminên me îro vê derê bibînin’

Emîne Barut di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên ku nêz dibin û wiha domand: “Em qeyûman naxwazin. Bila ji bajarên me biçin. Divê gelê me destek nede wan. Bila tu kes riya xwe şaş neke, gelê Kurd bila piştgiriyê bide partiya xwe DEM Partiyê. Bila her kes li ser sindoqê îradeya xwe nîşan bide. Em ê heta dawiya temenê xwe li ber xwe bidin. Bila dijminên me îro vê qadê bibînin û bizanibin ku tu carî nikarin me biqedînin. Dê nikaribin me têk bibin.”

‘Ez ji bo Rêber Apo hatim vê derê’

 Mensûre Akdemîr jî got ku ew ji bo Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hatiye qada Newrozê û wiha got: “Ez ji bo hemû girtiyan li vê derê me. Newroz tê wateya berxwedan û têkoşînê. Em jî ji bo vê yekê hatine vê derê. Em ne şer aştiyê dixwazin. Em ê di hilbijartinên şaredariyan de dengê xwe bidin xwe, qeyûman ji axa xwe derxin. Em ê her dem li ser piyan bin, li warên têkoşîn û berxwedanê bin.”

‘Em aştî û azaziyê dixwazin’

Mukaddes Bayram jî bi daxwaza ku ev Newroz ji bo gelê Kurd aştî û azadiyê bîne dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Îro cejna me ye, em jî ji bo vê cejnê hatine vê derê. Newroz tê wateya yekitî û bihevrebûnê. Serhilana li hemberî îxanetê ye Newroz. Bijî Newroz. Bi hêviya ku vê Newrozê ji bo me azadî û serkeftinê bîne. Ji DEM Partiyê re serkeftinê bîne. Ez Newroza hemû kesan pîroz dikim. Em aştîxwaz in, bila tecrîd rabe, ev şer bi dawî bibe. Ev yek jî bi rakirina tecrîdê û azadiyê pêkan e.”

‘Divê Serok Apo azad be’

 Ayşe Zengîn jî bang kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pêvajoyê wiha nirxand: “Em ji bo gelê xwe û hemû gelên bindest li vê derê ne. Ev der qada me ya serhildanê ye. Newroz tê wateya têkoşîn û azadiyê. Dema ku em dinêrin dibînin, li girtîgehan zexteke mezin heye. Bi mehan e girtî di greva birçîbûnê de ne. Dê heta kengê van zextan bidomin. Em dixwazin ev zext bi dawî bibin. Bila gel her dem bi hev re be. Heta ku em nebin yek dê kes li pişta me tunebe. Hilbijartin nêz dibe, em ê bi yekitiyê qeyûman bişînin. Mirovan perîşan kirin, şaredariyan di bin deynan de hiştin. Ji derveyî avahiyê tu tişt di şaredariyan de nehiştin lê em ê wan bişînin, cihê wan ev der nîn e.”