Li cîhanê rêjeya penaberan gihişt 60 milyonan
Ji ber pevçûn, şer û karesetên xwezayî rêjeya penaberan a li cîhanê gihişt 60 milyonan.
Navenda Nûçeyan – Li gor rapora ku ji aliyê Navenda Şopandina Kesên Ku Ji Cih û Warên Xwe Bûne (IDMC) û Konseya Penaberan a Norveçê hatiye amadekirin, di nav tevahî sala derbasbûyî de 53 milyon kesên di bin 18 salî de neçar mane ku di nav welat de malên xwe biterikînin.
Li gor raporê di sala derbasbûyî de herî zêde li Afrîkaya Başûr penaberî hatiye jiyîn û li Etiyopya ya ku hişkesaliyek pir cidî û pevçûnên giran tê jiyîn 5 milyon kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Her wiha Komara Kongo ya Demokratîk û Efganistana ku rêveberiya wê ji aliyê Talîbanê ve hat desteserkirin, Myanmar a di Sibata 2021’an de darbe lê hat jiyîn, Lîbya û Irak ya ku şer û pevçûnên navxweyî hêj berdewam e û Sûrî ya di nav rewşeke aloz de dijî hîn welatên sereke ne ku rêjeya kesên neçar mane malên xwe biterikînin bilind e.
Rêjeya penaberiya herî zêde Surî ye
Heyanî sala 2021’an li Surî 6,7 milyon kes neçarî koçberiyê bûn.
Tê texmînkirin ku li Komara Kongo ya Demokratîk 5,3 milyon kes, li Efganistan û Yemenê jî her wiha 4 milyon kes neçar man ku malên xwe biterikînin
Her wiha li gor raporê hat ragihandin ku tenê di nav sala derbasbûyî de ji ber karesatên xwezayî kesên ku neçar mane malên xwe biterikînin gihiştiye 23,7 milyonan û li Çîn, Fîlîpîn û Hindistanê ji sedî 70 kes ji ber karesatên xwezayî neçar mane ku malên xwe biterikînin.