‘Li Cezayîrê ji bo mafên jinên koçber divê zagonên nû werin derxistin’

Aktivîstên li Cezayîrê bi projeya “Lê guhdarî bike” ku beriya salek dabûn destpêkirin di warê şîdet û koçberiya jinên penaber de dixebitin, bang kirin ku divê di vê mijarê de zagonên nû werin derxistin.

Cezayîr – Li Cezayîrê ji bo jinên penaber ên rastî şîdetê hatine di sala 2022’yan de bi hevkariya Komeleya Jin û Têkilî û Komeleya Şîdeta li Dijî Jinan Êdî Bes e, projeya “Lê guhdarî bike” hat destpêkirin. Ji bo dengê jinên penaber ên rastî şîdetê hatine bidin bihîstin, aktivîstên jin bi awayê çalak projeya xwe xistin meriyetê û ji bo çareseriyê li riyên alternatîf geriyan. Duh bi pêşandana fîlmê ku rastiya koçberiya derzagonî mijara wê bû porje bi encam bû.

‘Li dijî şîdeta ku jinên penaper dijîn me xebatên hişyariyê kir’

Endama Komeleya Bes ji Şîdeta li Dijî Jinan re Magda Zwaîn diyar kir ku li dijî şîdeta li ser jinên penaber divê zagonên nû werin derxistin û der barê armanca projeyê de wiha axivî: “Bi projeyê me hewl da em aktivîstên sivîl di warê şîdeta li ser jinên ku bi riyên derzagonî koçber bûne de perwerde bikin.”  

‘Hiqûqa Cezayîrê mafên jinan naparêze’

Magda Zwaîn, got ku divê li dijî koçberiya derzagonî û şîdetê serî li riyên stratejiyên alternatîf û çareseriyên rasteqîn were dayîn û bal kişand ku di riyên koçberiya derzagonî de gelek jin, zarok û ciwanan jiyana xwe ji dest dane. Magda Zwaîn, têkildarî zehmetiyên ku jinên rojnameger dikşînin hene ew nikarin xwe bigihîjînin jinên ku di dema rêwîtiya Cezayîrê de de rastî şîdet û tecawizê tên, nexwazin derkevin pêşberî kamerayan. Ji ber ku ew ditirsin werin dersînorkirin tiştên dijîn venabêjin. Hiqûqa Cezayîrê mafên jinên koçber neparast.”

Magda Zwaîn, bal kişand ku serpêhatiyên jinên koçber pir bi êş in û gelek ji wan êşê ji ber şîdet, trajedî û tecawizê dikşînin. Magda Zwaîn, got ku divê zagon werin guherandin û kiryarên her cure şîdeta li dijî jinên koçber werin cezakirin.