Li Cezayîrê ji ber şewata daristanan 26 kes jiyana xwe ji dest dan

Di encama şewatên li bakurê Cezayîrê de, 26 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Parastina Sivîl a li Cezayîrê piştrast kir ku di encama şewatên daristanan li gelek bajaran li bakurê welêt de, 800 hektar ji daristanan şewitî, 26 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Parastina Sivîl diyar kir ku 350 malbat ji bo ku ji herêmên xeternak bên dûrxistin demkî ji malên xwe hatin derxistin û da zanîn ku 700 personelên berevaniya sivîl di vemirandina van şewatan de beşdar in û helîkopteran mudaxeleyî sê eyaletan kirin.

Daristanên Cezayîrê li ser rûbera 4,1 milyon hektar dirêj dibin û li bakurê welêt her sal şewatên bi vî rengî çêdibin û ji ber guherînên avhewayê ew şewat pir zêde dibin.