Li Bakurê Darfûrê qeyrana mirovî kûrtir dibe

Li Bakurê Darfûrê, 571 malbatên koçber ên ji ber kêmbûna xurek û xizmetên tenduristiyê bi şert û mercên mirovî yên giran re rûbirû ne. Koordînasyonê, ji bo alîkariya zarok û jinan banga alîkariya lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Giştî ya Kesên Koçber û Kampên Penaberan, hişyarî da ku nêzî 571 malbatên koçber ên li herêma El-Lait Jar en-Nabi ya eyaleta Bakurê Darfûrê dijîn, ji ber negihîştina alîkariya mirovî, barana kêm û têkçûna demsala çandiniyê a ji ber guherîna avhewayê, bi şert û mercên mirovî yên giran re rûbirû ne.

Koordînasyona Giştî ya Kesên Koçber û Kampên Penaberan, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand malbatên ku bi giştî ji 2 hezar û 325 kesan pêktê, debara xwe ya sereke ya ji çandiniya genim û fistiqan winda kirine. Hate diyarkirin ku di nav koçberan de 941 zarokên di bin 15 salî de hene.

Hate ragihandin ku li herêmê di nav zarokan de 26 bûyerên kêmbûna xurekê ya akût hatiye tomar kirin,133 jinên ducanî û şîrdêr hewceyî xizmetên tenduristiyê ne û bi qasî 200 kes tûjî sitmayê bûye. Her wiha hate gotin ku li herêmê nexweşiyên din jî belav dibin.

Koordînasyonê, bang li rêxistinên mirovî û ajansên Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi lez bersiv bidin û xurek, derman, stargeh û xizmetên tenduristiyê yên bingehîn peyda bikin. Di daxuyaniyê de hate tekez kir divê ji bo zarok, jinên ducanî û jinên şîrdêr pêşîniyê bidin. Koordînastonê, hişyarî da ku negihîştina alîkariyê dê şert û mercên jiyan û tenduristiyê yên bi sedan malbatan hêj xirabtir bike.

Qeyrana mirovî ya li Bakurê Darfûrê, ji ber pirsgirêka koçberiyê ya ku ji şerê li Sûdanê derdikeve, kûrtir dibe Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, bi qasî 1.68 milyon mirovên koçber dê heta dawiya Hezîrana 2026’an li dewletê bin. Rewşa ewlehî û şert û mercên jiyanê yên xirab jî ji bo gelê herêmê gihiştîna xizmetên bingehîn zehmet dike.