Li Amedê polîsan îşkence li zarokek 14 salî kir!

Y.D ê 14 salî ku li navçeya Licê ya Amedê dema vedigeriya mala xwe ji aliyê polîsan ve hat revandin, rastî îşkenceyê hat.

Amed - Duh danê êvarê li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D (14) ê ku bi hevalê xwe yê 10 salî re diçû malê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, hat revandin û rastî îşkenceyê hat. Y.D ji malbata xwe re diyar kir ku ji aliyê 4 polîsan ve îşkence li wî hatiye kirin û got, “Ez birim cihekî bêdeng. Ji min re gotin bêje ez tu tirk im. “Bi dawi ya çekê li min xistin, dest û lingên min girê dan û piştre ez avêtim çalê.

Bi darê zorê ji min xwestin bibêjim'Ez Tirk im'

Parêzerê malbatê Ramazan Karalp serpêhatiyên zarokê Y.D wiha vegot: “Zarok li navenda Licê dijî. Dema êvarê bi hevalên xwe re vedigere malê, ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Hevalê wî yê 10 salî berdidin û D.Y jî  dibin cihekî bêdeng. Bi dawiya çekan lê xistine. Hem li lawik dixin, hem jî dixwazin her tim bêje 'Ez Tirk im, dijunan li Kurdan bike'. Dema ku zarok vî qebûl nake, vê carê dixwazin ew marşa îstîklalê ezber bike. Dibêjin 'eger tu ezber nekî em ê werin te bikujin'. Dûv re ew davêjin golê li kêleka çemekî ku di navenda navçeyê re derbas dibe. Dev û destên wî girêdayî wî li vir dihêlin.”

'Metirsiya windakirina çavê wî yê rastê heye'

Ramazan Karalp, diyar kir ku piştî ku gundiyekî ku li sewalan dinihêre deng bihîstiye û wiha got: “Di cih de wî radike nexweşxaneyê. Zarokê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê rapora lêdanê jê re hat dayîn, piştre sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetereya windakirina çavê xwe yê rastê heye. Di çavê wî de het car xwîn diherike  û nikare veke. "