Li Afganistanê lêhî: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 182 kesan

Li Afganîstanê di van demên dawîn de lehî rabûn û hejmara kesên ku ji ber lehiyan jiyana xwe ji dest dane derket 182 kesan.

Navenda Nûçeyan - Di sala 2022'an de, Afganîstan bû şahidê gelek karesatên xwezayî, di nav wan de ziwabûn, lehî û erdhej, ku zêdetirî hezar kes bûn qurbanî.

Li Afganîstanê di van demên dawîn de lehî rabûn û hejmara kesên ku ji ber lehiyan jiyana xwe ji dest dane derket 182 kesan. Lehî bû sedema birîndarkirina 250 kesan û wêrankirina nêzîkî 3 hezar xanî û mirina bi hezaran heywanan.

Ziyanên herî mezin li Xoxî rû da

Karkerên alîkariyên mirovî gotin ku ziyanên herî mezin li navçeya Xoxî ya parêzgeha Logerê qewimiye. Ji ber ku avê bi hezaran mal mal wêran kirine û krîza aborî û mirovî li welat girantir kir. Her wiha UNICEF piştrast kir di encama lehiyê de zêdetirî 20 hezar kes li herêmê zirar dîtin û herî kêm 6 jê zarok 20 kes jiyan xwe ji dest dan û 2 kes jî winda ne.

Di Tîrmeha borî de baranên mûsonê bû sedema lehiyên dijwar li seranserê Afganîstanê, di heman demê de rêxistinên mirovî bi xwarin, derman, stargeh û tiştên din ên bingehîn alîkariya Afganiyan dikin.