Li Şera ya Efrînê malên nû yên mêtingeriyê tê avakirin

DewletaTirk a ku dixwaze guherîna demografiye temam bike, li gundê Kefer Rûmê ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê malên nû ên mêtingeriyê ava dikin. Di 5 salan de 26 kampên ku ji malên mêtingeriyê, mizgeft, qereqol û dibîstanan pêk tê ava kiriye.

Navenda Nûçeyan - Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê sûc û binpêkirinên li dijî gelê Efrînê, xweza û cihên wê yên dîrokî didomînin. Li ser bigehê guherîna demografiye pêkanînên xwe yên qirêj didomînin.

Li gora nûçeya di ajansa ANHA’yê de cih girtî; dewleta Tirk di çarçoveya guherîna demografiye de li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê qampek ku ji malên mêtingeriyê pêk tê înşa dike. 

Hat diyarkirin ku malên mitingeriyê yên ku înşa dike ji 4 qat û 50 avahiyan pêk tê, di heman demê de hat zanîn ku wê li nêzî gund 200 malên din jî ava bikin.

Demografya Efrînê hate guhertin

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji dîroka 18’ê Adara 2018’an dema ku Efrîn dagirkirî heta niha. Nifûsa Efrînê ji sedan 96’ê wê ji Kurdan pêk dihat, îro li bajar rêjeya Kurdan bûye ji sedan 20. Bi dagirkirina Efrînê re nêzî 300 hezar Kurd, neçar man ku ji bajar koç bikin, Kurdên ku mane jî beşek yê wê ji ber sûcên dij mirovane yên li beramberî wan ji bajar reviyan. Dewleta Tirk li bajarê Guta û Idlibê piranî malbatên çeteyan nêzî 500 hezar kesan li van bajaran bi cih kirine.

Armanca malên mêtingerî bi cihbûnê mayînde bikin

Dewleta dagirker a Tirk di etaba yekem de ji derve niştecihbûnê anîne Efrînê, bajarên kon û kamp ava kirine. Çêkirina malên mêtingerî ku dawiya sala 2018’an destpêkirî, ji bo bicihbûnê meyinde bikin guherîna demografiyê û temamkirina Tirkkirinê di sala 2020-2021’an de lez daye xebatê xwe. Di van qampên ku ji malên mêtingeriyê pêk tê, mizgeft, qereqol û dibistan çêkirine.

Li Efrînê bi kordînasyona AFAD’ê 26 kamp

Di 5 salên dagirkirina Efrînê de bi koordinasyona Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) bi piştgiriya komelyên Qetar, Kuwêt û Filistînê 26 qampên wiha çêkirine. Dewlata Tirk di van kamp û malan de malbatên komên çeteyên girêdayî xwe tê de nîştecih dike.