Li Şengalê rêzeçalakiyên 4’ê Nîsanê didomin

Gelê Şengalê ji bo 4’ê Nîsanê çend roj in dest bi çalakiyan kiriye. Piştî belavkirina darên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê carê jî der barê tekoşîn û kesayeta wî de semîner hatin dayîn û li sînevîzyonê hat temaşekirin.

Şengal - Li Şengalê rêzeçalakiyên ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Duh li Gundê Xanesorê yê Şengalê bi beşdarbûna sedan kesan der barê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li sînevîzyonê hat temaşekirin û semîner hatin dayîn.

Di semîneran de qala girîngiya roja 4’ê Nîsanê ya ji bo civaka Êzidî û tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hat kirin û hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd ji bo tevahî gelên bindest riya azadiyê vekiriye û ya ji tevahî gelan tê xwestin jî xwedîderketin û dawîkrina tecrîdê ye.

‘Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Filoz Şengalî jî diyar kir ku ew weke jinên Êzidî Rojbûna Rêber Apo weke Rojbûna xwe dibînin û wiha domand: “Em rojbûna Rêber Apo ji niha ve pîroz dikin. Em vê rojê em li hemû gerîlayan pîroz dikin. Weke civaka Êzidî piştî naskirina fikrên Rêber Apo me xwe nas kir weke jin em nêzî azadiyê bûn. Ji bo wê em pir serbilind in ku Rêber Apo Rêberê me ye. Jixwe meha Nîsanê li gel civaka me meheke pîroz e lê ji ber Rêber Apo di vê mehê de ji dayik bûye em bêtir bi vê mehê kêfxweş dibin wateyeke wê ya felsefîk ji bo me heye.”