Li Îranê xwendekara ku ji polîstiyê îstifa kiribû mirî hat dîtin

Mensûre Segwend a ku mehek berê ji bo piştgiriya serhildanên “Jin Jiyan Azadî” yên li Îranê dest ji polîstiyê berdabû, piştî parvekirina “dibêjin qey em sax in bi guştinê gefan li me dixwin” bi saetan mirî hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Azad a Abdanan Mensûre Segwend nêzî mehek berê îstifa kir û dest ji wezîfeya xwe ya polîstiya Îranê berda. Mensûre Segvand li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a Instagramê wiha got: “dibêjin qey em sax in bi kuştinê gefan li me dixwin. Ji bo paşeroja Îranê heta dawiyê fedekarî…”.

Cenazeyê Mansûre Segwend 6 saet piştî vê peyamê li Nexweşxaneya Abdanan hate dîtin. Mensûre Segvand herî dawî ji bo şermezarkirina zextên polîsan yên  li ser çalakiya "Jin Jiyan Azadî" û gel  hashtaga "Zilm nayê domandin" parve kiribû.

Bi sedan kes ji bo tepisandina serhildanên “Jin Jiyan Azadî” li Îranê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin, îşkencekirin, revandin, gefxwarin an jî bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin.